ROJANE
Hemû Nûçe
-
2 rojnamevan hatin binçavkirin
Rojnamevan Semra Pelek û Dîcle Başturk di çarçoveya lêpirsîneke li Artvînê de hatin binçavkirin. -
ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rewşenbîrên Ereb daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin
Însiyatîfa Erebî ya ji Abdullah Ocalan re Azadî, komek rewşenbîrên Ereb, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û banga tevlîbûna kampanyaya “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtin bikim” kirin. -
Ahmet Tekîn piştî 31 salan serbest hat berdan
Ahmet Tekîn (66) ê ku li Girtîgeha Bandirma ya Balikesirê dihat girtin, piştî 31 salan serbest hat berdan. -
Navê Sirri Sureyya Onder li parkekê hate kirin
Navê Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li parkekê hate kirin. -
Baroya Amedê: Li Tirkiyeyê 3-4 milyon zarok têne xebitandin
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bi wesîleya 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li hemberî Karkeriya Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek da û bal kişand ser asta karkeriya zarokan li Tirkiyeyê. -
Di 12 salan de herî kêm 770 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane
Di 12 salan de herî kêm 770 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê li Meclîsê komîsyon bê avakirin
Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Wê Meclîs dest bi betlaneyê bike lê hewce ye ev komîsyon tavilê bê avakirin. Divê Meclîs havînê jî bixebite û tavilê hemû amadekariyên qanûnî yên bo sala nû bên kirin û di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire.” -
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku ew di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Tirkiyeyê de navbeynkariyê dikin û piştgiriya Fransayê ya ji bo Kurdan dubare kir. -
Omer Ocalan: Serok dibêje DEM Partî partiya xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk e
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtin bi Rêber Apo re kir, anî ziman ku Rêber Apo ji bo DEM Partiyê gotiye partiya xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk û ev yek jî tê wateya nûkirina her tiştî. -
Sefkan Kobanê: Dewleta Tirk bi rêya HTŞ'ê Sûriyeyê tevlîhev dike
Sefkan Kobanê anî ziman ku di nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd de desthilatdarî mijûlkariyê dike û got, dewleta Tirk bi rêya HTŞ'ê dijberiyê li Kurdan dike. -
ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêber Apo silavên xwe ji Zanîngeha Kobanê re şand
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtina Cejna Qurbanê de hemû kedkar, xwendekar û akademisyenên Zanîngeha Kobanê pîroz kir. -
Karkerên Dersimê yên ji kar hatine derxistin bang DÎSK’ê kirin
Piştî Şaredariya Dersimê hate desteserkirin, qeyûm gelek karker ji kar derxist. Karkerên ku 160 roj in li ber xwe didin, ji ber ku navenda giştî ya DÎSK’ê xwedî li wan derneket bertekên xwe anîn ziman. -
Hevdîtina Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Partiya Çep
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya "Hevdîtinên Jinan di Avakirina Civaka Aştî û Demokratîk de" hevdîtinên xwe yên bi avaniyên jinan ên partiyên siyasî re didomîne. -
DEM Partiyê amadekariyê dike ku di demeke kurt de biçe Îmraliyê
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wiha got, “Em plan dikin ku di demeke kurt de biçin Îmraliyê. xwe birêxistin bikin. Îhtîmalekî mezin e ku Birêz Ocalan di rojên pêş de bi nûnerên partiyên siyasî yên cuda re jî hevdîtinê bike.” -
ÎHD'ê ji bo girtiyên nexweş banga berdanê kir
Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek da çapemeniyê û ji bo girtiyên nexweş banga berdanê kir. -
ÎSÎG: Mehekê herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daneyên ku Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand, meha Gulanê li tevahiya Tirkiyeyê herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Li Amedê wê li dijî tiryakê meş were kirin
“Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê” ya li Amedê hatî avakirin, wê 12’ê Hezîranê roja Pêncşemê di saet 17.00’an meş lidar bixe. -
DEM Partî li ser pêvajo û nexşerêyê li hev civiya
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li navenda giştî ya li Enqereyê li hev kom bû. -
Piştî girtinan Serokwekîliya GOP'ê kete destê AKP'ê
Li Şaredariya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê (GOP) di hilbijartinê de namzetê AKP'ê endamê Meclîsê Eray Karadenîz weke serokwekîl hate hilbijartin. -
Ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam serlêdan hate kirin
Ji bo berdana girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Çam ê 73 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê ragirtin, serî li dozgeriyê hate dayin. -
Têkildarî 'mafê hêviyê' dema Tirkiyeyê piştî 3 mehan diqede
Dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî 'mafê hêviyê' yê ji bo Rêber Apo da Tirkiyeyê, piştî 3 mehan di Îlona 2025'an de diqede. -
ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
AYM’ê ji bo nameyên 11 girtiyan ku bi hinceta “fikaredar e” ji hêla girtîgehan ve hatibûn desteserkirin, biryara binpêkirinê da.