Karkerên Dersimê yên ji kar hatine derxistin bang DÎSK’ê kirin

Piştî Şaredariya Dersimê hate desteserkirin, qeyûm gelek karker ji kar derxist. Karkerên ku 160 roj in li ber xwe didin, ji ber ku navenda giştî ya DÎSK’ê xwedî li wan derneket bertekên xwe anîn ziman.

Karkerên ji kar hatine derxistin wê di 16’ê Hezîranê roja Duşemê saet 18.30’an de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza bimeşin. Karkeran DÎSK û gel vexwendin meşê.


Di daxuyaniya nivîskî ya hat dayin de, hat diyarkirin ku DÎSK xwedî li mîrata Berxwedana Mezin a Karkeran a 15-16’ê Hezîranê derneket û wiha hat gotin: "Navenda giştî ya DÎSK’ê xwedî li berxwedana me derneket û heta niha derbarê berxwedana me de parvekirinek jî nekiriye."


Daxuyanî wiha berdewam kir: "Em bang li DÎSK’ê dikin ku bi ruhê 15-16’ê Hezîranê em bên gel hev. Wekî karkerên ji Şaredariya Dersimê hatine derxistin, em ê 16’ê Hezîranê roja Duşemê saet 18:30’an de ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza meşekê li dar bixin. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê meşê."