ROJANE
Hemû Nûçe
-
Milîsên Jin ên Agir û Rojê malpera Walîtiya Îdirê jî têk birin
Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê malpera fermî ya waliyita Îdîrê têk birin. -
Kenanoglû: Pêvajo û polîtîkayên zextê di zikhev de nameşin!
Hevserokê HDK'ê Alî Kenanoglû diyar kir ku desthilatdarî bi operasyonên di bin navê HDK'ê de dixwaze zextê li ser muxalefeta civakî bike û got, "Herdu bi hev re nameşe, ya wê pêvajo bê qedandin, ya jî wê zext bêne qedandin." -
ROJEVA 20'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Şirnex û Îzmîrê çalakiyên protestoyî: Em ê fêrî desteserkirinê nebin!
Li Şirnex û Îzmîrê desteserkirina vîne hatin protestokirin. Di çalakiyên de hate destnîşankirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî bêhiqûqiyê bidomînin. -
Derbarê Serokê TUSIAD’ê Orhan Turan de lêpirsîn hat destpêkirin
Piştî lêpirsîna ku derbarê Serokê Konseya Bilind a Şêwirê yê TUSÎAD’ê Omer Aras de hate destpêkirin, derbarê Serokê TUSÎAD’ê Orhan Turan de jî bi heman sûcdarkirinê lêpirsîn hate vekirin. Ji bo gitina îfadeyê Turan birin Edliyeya Stenbolê. -
Îfadeya 54 kesên di bin çavan de tê girtin
Kiryara girtina îfadeya 54 welatiyên ku têkildarî lêpirsîna derheqê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de di 18’ê Sibatê de hatibûn binçavkirin, dest pê kir. -
Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Cengîz Oglag hate girtin
Nûçegihanê berê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Cengîz Oglag bi hinceta sala 2012’an li Cizîrê dîmenê çalakiyeke kolanan girtiye û bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. -
Wezîrê Edaletê: Eger ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan bê kirin, em ê destûrê bidin
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç li ser pirsa, gelo wê heyeta DEM Partiyê biçe Îmraliyê ya na, bersiveke bi vî rengî da: "Eger serlêdan bê kirin wê bê nirxandin û em ê destûrê bidin." -
Endam û rêveberên DEM Partiyê li Meclîsê meşiyan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî di nav de girseya gel li dijî darbeya qeyûm daxuyaniyek da çapemeniyê û piştre ber bi Meclîsê ve meşiya. -
DEM Partiyê bang li Serokê Meclîsê kir ku bi 'înîsiyatîf' rabe
Koma Meclîsê ya DEM Partiyê li dijî desteserkirina şaredariyan û êrîşên li ser gel û wekîlan bang li Serokê Meclîsê kir ku bi înîsiyatîf rabe. -
Cengîz Çîçek: Em ê rê nedin van lîstikan
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek diyar kir ku operasyonên hem li dijî HDK'ê hem jî li dijî lihevkirina bajarî li hember mafê rêxistinbûn û aşitiyê yê muxalefeta civakî hatine kirin û got, ew ê rê nedin vê yekê. -
Parêzer Beauthier: Droneyên kujer divê di asta navneteweyî de bêne nîqaşkirin
Parêzer Georges Henri Beauthier anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî êrîşa droneyê ya dewleta Tirk a li nava xaka dewleteke din ji nedîtî ve tê. Beauthier got, "Droneyên kujer divê di asta navneteweyî de bêne nîqaşkirin." -
ROJEVA 19'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevberdevka HDK'ê ji AKP'ê re got: Hûn sûcdar in, em ê bi ser bikevin
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku desthilat hewl dide muxalefetê parçe bike û got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Hûn sûcdar in. Em ê teqez bi ser bikevin.” -
Êrîşên li dijî HDK’ê hatin protestokirin
Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê û girtina Mehmet Turkmen li gelek bajaran hate protestokirin û peyama ‘’Dem dema yekbûn û mezinkirina têkoşînê ye’’ hate dayîn. -
Bakirhan: Ocalan wê bangeke sed salî bike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ji bo banga ku ji Rêber Apo tê hêvîkirin got, "Wê bangeke sed salî be" û "Nexşerêyekê" pêşkêş bike. -
Bakirhan: Desthilatdarî hewldanên diyalogê sabote dike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi êrîşên dagirkeriyê, qeyûm û zextê hewldanên ji bo danûstandin û diyalogê sabote dike. -
Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan hat kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Ji bo Rojda Çîftçiyê cezayê hepsê
Ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Sekretera Şaxa Dersimê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê Rojda Çîftçî hat birîn. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Şanaz Îbrahîm Ehmed destpê kir
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Endama Dîwana Serokatiyê ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm Ehmed destpê kir. -
Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Bêrîtan Canozer hat birîn
Rojnamevan Bêrîtan Canozer di doza ku bi hinceta “propogandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin de, salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. -
229 parêzerên Îranî bang kirin
229 parêzerên Îranî ji bo rawestandina cezayê darvekirinê bang kirin ku li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn. -
‘Berpirsyarê sûcên li Rojava, yekser asta payebilind a dewleta Tirk’
Parêzer Jan Fermon, anî ziman ku dewleta Tirk sê cûre sûcên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û êrîşkariyê û wiha got, "Berpirsyarê van sûcan ne tenê leşker, yekser asta payebilind a dewleta Tirk e." -
Operasyona qirkirina siyasî: 52 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de bi ser malan de hate girti û 52 kes hatin binçavkirin ku endamên EMEP, SYKP, HDK, DBP, Partiya Çep a Kesk û rojnamevan jî di nav de bûn. -
ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.