Kenanoglû: Pêvajo û polîtîkayên zextê di zikhev de nameşin!

Hevserokê HDK'ê Alî Kenanoglû diyar kir ku desthilatdarî bi operasyonên di bin navê HDK'ê de dixwaze zextê li ser muxalefeta civakî bike û got, "Herdu bi hev re nameşe, ya wê pêvajo bê qedandin, ya jî wê zext bêne qedandin."

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku ji aliyekî ve qala pêvajoyê dike, li aliyê din jî polîtîkayên ji bo bêdengkirina muxalefetê dimeşîne. Vê carê jî dor hat Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku bi çoyê dadgeriyê yê desthilatdariyê bê krîmînalîzekirin. Hevserokê HDK'ê operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî HDK'ê ji ANF'ê re nirxand û bal kişand ser zextên AKP'ê yên lli ser muxalefeta civakî.

'EV OPERASYON LI DIJÎ TEVAHIYA MUXALEFETÊ YE'

Kenanoglû anî ziman ku Serdozgeriya Stenbolê ragihandibe ku operasyon li dijî HDK'ê ye jî dema ku li 52 kesên hatine binçavkirin dinihêrin, dibînin ku gelek jê sosyalîst, aktîvîst, ekolojîst, rojnamevan, siyasetmedar û hunermend in ku li nava muxalefeta civakî ya li Tirkiyeyê yên herî çalak in. Kenanoglû diyar kir ku di nava 52 kesan de gelek mirov hene ku ti eleqeya xwe bi HDK'ê re nîne û got, ev zext ji aliyê desthildatdariyê ve weke amûreke bêdengkirina muxalefeta civakî tê bikaranîn. Kenanoglû anî ziman ku ji bo lihevkirina bajêr a CHP û DEM Partiyê ji bo hilbijartinên xwecihî pêk anî krîmînalîze bikin, HDK tê bikaranîn û destnîşan kir ku operasyonên li pey hev têne kirin bi temamî li dijî muxalefetê ne.

'HEM PÊVAJO, HEM QEYÛM HEM JÎ ZEXT LI HEV NAYÊN'

Kenanoglû diyar kir ku nayê qebûlkirin ku ji aliyekî ve qala pêvajoyê bê kirin lê li aliyê din derb li muxalefeta civakî bê kirin, ev yek jî li ser HDK'ê bê kirin û got, "Pêvajo û ev krîmînalîzasyon di zikhev de nayên meşandin. Ji ber vê yekê ya ew hevdîtin wê bêne bidawîkirin yan jî ev operasyon wê bêne qedandin. Hem hevdîtin bi Îmraliyê re bê kirin, hem li vî alî şaredarî bê desteserkirin û bi operasyonan muxalefet bê krîmînalîzekirin, ev yek nabe. Ev yek li dijî xwezaya vî karî ye."

'YA PÊVAJO WÊ BIQEDE YAN JÎ ZEXT WÊ BIQEDE'

Kenanoglû destnîşan kir ku li Tirkiyeyê dema demokratîkbûn pêk hat, weke ku li tevahiya cîhanê bû wê rêveberiyên zordar winda bikin û got, "Bi zexta li ser muxalefetê re desthilatdarî dixwaze pêvajoya ku ew dixwaze ferz bike. Bi zexta li ser muxalefeta civakî re hewl didin zextê li ser nerazîbûna gel bikin."

Kenanoglû got, "Weke ku min beriya niha got, ev pêvajo bi vî rengî nameşe. Ya wê pêvajo biqede yan jî zextên li vê derê wê biqedin. Herdu di zikhev de nameşin. Ev yek bi vî rengî şênber e."