Li Şirnex û Îzmîrê çalakiyên protestoyî: Em ê fêrî desteserkirinê nebin!

Li Şirnex û Îzmîrê desteserkirina vîne hatin protestokirin. Di çalakiyên de hate destnîşankirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî bêhiqûqiyê bidomînin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Kolana Hunerê ya li Cizîrê bi daxuyaniyekî protesto kir.

Rêxistinên Bajar ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktivîstên TJA’yê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta, “Dawî li polîtîkayên qeyûman bînin” hate vekirin.

Serokê Şaxa Şirnexê ya Egîtîm Senê Adnan Şenbayram diyar kir ku welat veguherandina girtîgehekî vekirî û wiha got: “Hewl didin her kesî bêdeng bikin. Em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî. Dora me hemûyan tê. Divê her kes li dijî vê bêhiqûqiyê têbikoşe.”

Daxuyanî jî ji aliyê Sekreterê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Şaxa Şirnexê Kadîr Oruker ve hate dayîn. Oruker bi bîr xist ku desthilatdarî di hilbijartinên xwecihî ya sala 2024’an de li Wanê têkçûnekî mezin jiyaye û ji ber vê yekê serî li hîleya mezbatê daye, lê ji ber berxwedana gelê Wanê gav paşde avêtiye. Oruker wiha got: “Di desteserkirina vîna demokratîk a gel a vê carê de wekî ku di tayînkirinên din ên qeyûman de kir, hewla kumpasa darazê ya eşkere kir.”

Oruker diyar kir ku ew ê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qebûl nekin û got: “Em ê fêr nebin ku tu mafê me ya di çarçoveya jiyana azad û wekhev de were desteserkirin.”

ÎZMÎR

Rêxistina DEM Partî ya Bucayê jî ji bo protestokirina dagirkeriya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li pêşiya rêxistina navçeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Pankartên “Şaredarî yên me ne”, “Ji Qeyûmê re na” li avahiya navçeyê hatin daliqandin.

Hevserokê DEM Partî ya Bucayê Cuma Kolukisa wiha got: “Ji bo ku li welat faşîzmê bi sazî bikin hemû hêza xwe bikartînin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê çi bike jî wê nikaribe gavê ji têkoşîna wekhevî, aştî, azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û Tirk paşde bide avêtin.”

Kolukisa destnîşan kir ku ew ê li hemberî zextan gav paşde neavêjin û têkoşînê bidomînin.