Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Cengîz Oglag hate girtin

Nûçegihanê berê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Cengîz Oglag bi hinceta sala 2012’an li Cizîrê dîmenê çalakiyeke kolanan girtiye û bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.

Piştî Oglag hate binçavkirin, sewqî Edliyeya Cizîrê hate kirin. Oglag di îfadeyên dayî Dadgeriya Ceza û Sulhê de, diyar kir ku wî weke rojnamevan dîmenên ji bo nûçeyê girtine û got, “Kîjan rojnamevan li şûna min ba, dê heman tişt kiriba. Ti girêdana min bi rêxistinê re nîne.”

Dadgehê bi îdîaya ku têkildarî “endamtiya rêxistinê” îspatên şênber hene, biryar da ku Oglag û Belîm Kalay ku ew jî di heman dosyayê de tê darizandin, bên girtin. Her du kes jî birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê.