Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku ji bo girtina îfadeya her du kesan talîmatê daye.
Hate îdiakirin ku hatiye tespîtkirin ku Turan di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya TUSÎAD’ê de gotinên ku bandor li ser darazê bike û “ji xirakirina aştiya raya giştî destdayî ye” bi kar aniye
Lêpirsîn piştî rexneyên ku di 13’ê Sibatê de li lijneya giştî li ser tayînkirina qeyûman, girtinên di demên dawî de û polîtîkayên aborî yên hikûmetê hatin kirin, destpê kir.
Hate hînbûn ku ji bo gitina îfadeyê Turan birin Edliyeya Stenbolê.
Serokkomarê Tirk Erdogan jî TUSÎAD’ê hedef girtibû û ev gef kiribû, “Hûn ê di Tirkiyeya nû de hedê xwe bizanibin.”