ROJEVA 19'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî hevdîtina Rêber Apo û heyeta DEM Partiyê wê bê şopandin. Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku li Başûrê Kurdistanê danûstandinan dike, wê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinê bike.
Parêzer Georges Henri Beauthier ku êrîşên SÎHA yên dewleta Tirk li cih şopand, anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî êrîşa droneyê ya dewleta Tirk a li nava xaka dewleteke din ji nedîtî ve tê. Beauthier got, "Droneyên kujer divê di asta navneteweyî de bêne nîqaşkirin."
Êrîşên qirkirina siyasî yên li ser HDK'ê û bûyerên têkildarî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wê bêne şopandin.
Aktîvîstên jin ên Durzî Rochelle Junior û Enas Naeem destnîşan kir ku ji bo gelên Sûriyeyê modela rêveberiya xweser modela herî guncaw e got, ji bo xurtkirina rêxistiniya jinê divê konfederasyona jinê bê avakirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Rêber Efrîn ji fermandarekî wêdetir ji şervanan re bûye nîşaneyek. Şervanên li Tişrînê li ber xwe didin, bi bawerî û hurmeta jê re, di nava şert û mercên zehmet de motîve bûne.