Hevberdevka HDK'ê ji AKP'ê re got: Hûn sûcdar in, em ê bi ser bikevin

Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku desthilat hewl dide muxalefetê parçe bike û got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Hûn sûcdar in. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li qada Îskele ya Kadikoya Stenbolê daxuyanî dan. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, nûnerên gelek partî, sazî, rêxistin û platforman beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Zext nikare me bêzar bike! Binçavkiriyan berdin”, dowîzên “Em ê faşîzmê têk bibin, em hebûn û em ê her hebin”, “Wê desthilata qesrê têk biçe”, “Zext nikare me bêzar bike” û dirûşmên “Binçavkirin, girtin û zext nikarin me bêzar bikin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Bijî yekîtiya karkeran” hatin berzkirin.

Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku desthilat di qonaxa dawî ya beriya hilweşînê de ye û got: “Li aliyekî girtin û kuştin heye û li aliyê din civak ji ber hevdîtinên li Îmraliyê bi hêvî ye. Lê destûrê nadin ku civak hêvî bikin. Em dizanin ku ew hewl didin muxalefetê parçe bikin. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Hûn nikarin rojnamevan û hunermendan sûcdar bikin. Hûn sûcdar in. Em ê teqez bi ser bikevin.”

'TÊKOŞÎNA ME WÊ BI SER BIKEVE’

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan diyar kir ku desthilat naxwaze çîna karkeran di nava demokrasî, aştî, wekhevî bijîn û got: “Desthilat li şûna aştiyê, polîtîkaya şer û bêhiqûqiyê dimeşîne. Heta em li vî welatî bin ji wan re rehetî tineye. Zû yan jî dereng wê têkoşîna me bi ser bikeve.”

TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ WÊ ÊRÎŞAN VALA DERXE

Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Hazan Îlîk ve hat xwendin. Hazan Îlîk bi bîr xist ku du rastiyên Tirkiyeyê hene û got:"Yek jê rejîmeke paşverû û faşîst bi qedexekirina grevan, binçavkirinan polîtîkayên mêtingeriyê dimeşîne. Ya din jî gelên bindest ên mafên xwe yên azadiyê diparêzin, hene. Têkoşîna demokrasiyê ya kedkar û karkeran wê van êrîşan vala derxe.”