Êrîşên li dijî HDK’ê hatin protestokirin

Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê û girtina Mehmet Turkmen li gelek bajaran hate protestokirin û peyama ‘’Dem dema yekbûn û mezinkirina têkoşînê ye’’ hate dayîn.

Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) girtina Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen li gelek bajaran hatin protestokirin.

HATAY

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Hatayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîş û zextên li ser HDK’ê protesto kir. Gelek kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn û teksta daxuyaniyê ji aliyê Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Hulya Kavûk ve hate xwendin.

Hulya Kavûk diyar ku ew li hemberî zext û binçavkirinan serî natewinîn û têkoşîna ji bo demokrasî, edalet û azadiyê nayê astengkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Dê kesên ku ji bo wekhevî, edalet û azadiyê têdikoşin, bi ser kevin. Divê demildest ev binçavkirin û zextên derqanûnî werin sekinadin û hemû hevalên me yên hatine binçavkirin, werin berdan. Divê serxwebûna darazê were dabînkirin û zextên siyasî werin bidawîkirin! Her wiha divê  hikûmet dev ji polîtîkayên desteserkirina şaredariyan jî berde û rêzê li îradeya gelî bigire. Rizgarbûna vî welatî ne bi zext û bêhiqûqiyan, bi dabînkirina aşitî û demokrasiyê pêkan. Dê tu zext pêşiyê li têkoşîna gelî ya mafdar negire.’’

MÊRSÎN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Azadiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa ‘’Nabe ku kiryarên sendîkayî û têkoşîna kedê were astengkirin. Tavilê Mehmet Turkmen serbest berdin’’ hate vekirin û gelek caran dirûşmeyên ‘’Em ê li hemberî zextan serş netewînin’’ û ‘’Mehmet Turkmen ne bi tenê ye’’ hatin berzkirin.’’

Teksta daxuyaniyê ji aliyê  Berdevkê platformê Kemal Goçmen ve hate xwendin û Goçmen destnîşan kir ku ew desteserkirina şaredariyan, girtin û binçavkirinan şermezar dikin û da zanîn ku ew ê li hemberî van yekan li ber xwe bidin. Goçmen di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’AKP ne bi tenê êrîşî li mixalîfan dike, di heman demê de êrîşî karker û kedkaran jî dike. Em ji Mêrsînê bang dikin; Kesên ku hatine girtin ne bi tenê serokê sendîkayê, hunermend û siyasetmedar in, her wiha têkoşîna kedê ye. Dem dema yekbûn û mezinkirina têkoşînê ye.’’

Serokê Bajêr ê EMEP’ê  Sedat Başkavak jî li jemberî êrîşên qirkirina siyasî nerazîbûnên xwe nîşan dan û got: ‘’Em bi van kiryaran dibînin ku AKP xeyala Tirkiyeyeke çawa dike. Ev zext û girtin me natirsînin û em ê li hemberî kiryarên derqanûnî li ber xwe bidin.’’

Her wiha Hevberdevkê Bajêr ê YSP’ê Metîn Sut û Hevseroka Bajêr a SYKP’ê  Canan Yuce jî li hemberî  polîtîkayên AKP’ê yên zext, êrîş û girtinê nerazîbûnên xwe nîşan dan û dan zanîn ku ew ê li ber xwe bidin.