Bakirhan: Ocalan wê bangeke sed salî bike

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ji bo banga ku ji Rêber Apo tê hêvîkirin got, "Wê bangeke sed salî be" û "Nexşerêyekê" pêşkêş bike.

DEM PARTÎ

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî civîna koma partiya xwe ya heftane ya li Meclîsê bersiv da pirsên rojnamevanan.

HEVDÎTIN WELÊ BI HÊSANÎ NABIN

Ji bo pirsa, gelo wê banga ji Rêber Apo tê hêvîkirin kengî bê kirin, Bakirhan got, "Hevdîtin welê bi hêsanî nabin. Ji rêxistina xwe, saziyên cuda re, dostan re, PDK'ê re, YNK'ê re... Bi rastî jî heyet karekî gelekî mezin dike. Piştî ku vegeriya em ê hevdîtinan binirxînin. Ji bo heyet di dema herî kurt de biçe çi ji destê me bê em ê bikin. Em hêvî dikin û li bendê ne; di dema herî kurt de bang bê kirin."

JI BO ME REWŞEKE XUMAMÎ NÎNE

Têkildarî pirsa ku bang wê meha Sibatê bê kirin an na, Bakirhan got, "Ji bo me rewşeke xumamî nîne. Eger Wezîrê Edaletê vî karî hinekî bi lez bike, bi ihtimaleke mezin Birêz Ocalan jî wê amadekariya xwe piştî ragihandina hevdîtinê bi dawî bike û daxuyaniyê bide. Heyet dixwaze nêrînên ji hevdîtinan ragihîne. Beriya bangê yan jî piştî bangê, lê em dixwazin piştî hevdîtina heyetê bê kirin."

NEXŞEYA RÊ WÊ BÊ AMADEKIRIN

Têkildarî îdîayên ku dibêjin bang wê ji bo 'destberdana ji çekan be' Bakirhan got, "Min beriya niha gotibû ku wê bangeke sedsalî bê kirin. Li gorî me, dûrî gefa ewlekarî, tundî û terorê, wê nexşerêya jiyaneke wekhev a mirovên li vî welatî bê amadekirin. Çek aliyekî gelekî biçûk ê vê yekê ye, encam e. Esasê vî karî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Wê nexşerêya wê yekê eşkere bike ku pirsgirêka Kurd ji ser zemîna tundiyê derbasî ser zemîna siyasî, hiqûqî bê kirin û çareseriya demokratîk pêk bîne."