Girtiyê nexweş: Heta ku çalakiya min encam digire, wê bidome

Girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku berdana wî hatî taloqkirin, di greva birçîbûnê de ye. Îşçî ragihand ku heta çalakiya wî encam digire, ew ê bidomîne.

GIRTIYÊ NEXWEŞ

Naîf Îşçî (28) ku di Îlona 2010’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hat binçavkirin û bi hinceta “bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin, 24 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgeha Bilind jî temenê Îşçî esas girt û cezayê lê hat birîn daxist 16 salan. Îşçî diviyabû di 27'Ê Tebaxa 2023'yan de bihata berdan.

Lê belê berdana Îşçî cara 5'an bi hinceta "greva birçîbûnê" û neqebûlkirina "poşmanîtiyê" hat taloqkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Xelatê bi biryara 1'ê Tebaxê, berdana Îşçî 3 mehan taloq kiribû. Piştî vê biryarê Îşçî di 2’yê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Îşçî di nameya xwe de ku ji Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re şand, behsa bêhiqûqîtiyên bi wan re rû bi rû maye kir.

Îşçî di nameya xwe de diyar kir ku bi pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê re rû bi rû ye û got: “Zêdetirî 13 sal in ez di girtîgehê de me. Ev sê sal in ez li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê me. Bi rastî min berê ji komeleya we re nivîsîbû ku li vir hemû mafên bingehîn tên binpêkirin û tecrîdeke mutleq heye. Dest ji çareserkirina pirsgirêkên heyî berde, her roj binpêkirinên mafan ên nû zêde dibin û desteserkirina mafan didome. Di serî de şewitandina înfazê ya ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê heye. Li gorî qanûna înfazê ya heyî, roja berdana min a bi şertî di 27'ê Tebaxa 2023'an de (11 meh berê) qediya. Lê belê ji ber nêzîkatiyên kêfî, bîrdozî û ferzkirinê yên Linneya Îdare û Çavdêriyê, berdana min her carê 3 mehan tê dirêjkirin û astengkirin. Tu hinceteke ku biryarên xwe disipêrin ne şênber in."

Îşçî anî ziman ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wekî wî berdana 6 girtiyên din jî taloq kiriye û got: “Ev biryar bi temamî xwe dispêrin hincetên razber. Her sê mehan carekê em rastî pirsên wekî 'Tu poşman î?', 'PKK rêxistineke terorîst e yan na?', “Tu der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî?,' 'Çima hûn di hucreya alîgir de dimînin' û 'Hûn sûcê xwe qebûl dikin an na?' tên. Bi taybetî jî midûrê yekemîn ê girtîgehê nêzîkatiya xwe ya îdeolojîk bi awayekî zelal radixe ber çavan û bandorê li endamên din ên lijneyê dike û dibe sedem ku endam dengên neyînî bidin. Rewşa 6 hevalên min ên em li heman qawîşê jî heman rewş e."

Îşçî da zanîn ku ji bo dawî li bêhiqûqiya li wan tê kirin bê, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kiriye û wiha dewam kir: “Ji bo ku ev rewşa dijmirovahî, bêwijdanî û derqanûnî ji holê rabe, tevî nexweşiya xwe ya giran jî min dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Heta ku daxwaza min pêk were wê çalakiya min bidome. Ez dizanim ku komeleya we di vê mijarê de hin hewldanên xwe hene. Lê belê li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê ev mijar bi temamî ji rê derketiye û veguheriye polîtîkaya dîlgirtinê ya eşkere. Ez dizanim ku greva birçîbûnê ya ku min daye destpêkirin dê bandoreke pir neyînî li tenduristiya min bike. Lê heta daxwazên min neyên cih ez bi tu awayî dawî li çalakiya xwe naynim. Rêveberiya girtîgehê li şûna ku daxwaza min bi cih bîne, der barê min de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin. Ez dixwazim komeleya we di vî warî de têkeve nava hewldanan û pêwendiyê bi Wezareta Dadê, TBMM'ê û saziyên têkildar ên din re deyne."