Li Sineyê 4 Kurd hatin binçavkirin
Hêzên Îranê li navçeya Dîwandere ya girêdayî bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin.
Hêzên Îranê li navçeya Dîwandere ya girêdayî bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê îro hêzên Îranê li bajarê Dîwandere 4 welatiyên Kurd binçav kirine.
Li gorî rêxistinê navê kesên hatine binçavkirin, Mihemed Emîn, Newîd Şerîfî ên xelkê gundê Kanî Spî, Ferhad Qemerî yê xelkê gundê Kutek û Fuad Muradî yê xelkê gundê Kêlekew ya Dîwandereyê ne.
Hate gotin ku hêzên Îranê bêyî biryara dadwer avêtine ser malên wan û bizorê ber bi cihek ne diyar ve revandine.