Li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin

Xelkê Wargeha Mexmûrê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xelkê Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Xelkê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a qirker ên bi balafirên bêmirov a bombebarkirî li ser welatiyên sivîl yên Başûrê Kurdistanê, meşeke girseyî li dar xist.

Xelkê wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û dest bi meşê kirin. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bimire xiyanet”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Meşê heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir. Piştî ku meş li ber avahiya NY’ê rawestiya, li wê derê ji aliyê Hevberdevka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman ve daxuyanî hate dayîn. Nûdem Yaman êrîşên dewleta Tirk a faşîst yên li Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku dijmin nikare bi kuştin, talankirin û êrîşkirinê gelê Kurd tune bike.

Nûdem Yeman anî ziman ku weke gelê Kurd bi qasî ku wan şoreş kirine, ewqasî jî berdêl dane û got: "Lê weke şoreşa PKK’ê, şoreşa ku bi fikrên Rêber Apo hatî pêşxistin em ti caran bi bedeldayîn û şehîdxistina hevalên me tune nebûne. Ji bo ku xwîn û tola wan şehîdan li erdê nemîne, xeta ku me ji xwe re diyar kir xeta berxwedanê bû. Em dibînin bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, bi taybet ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin, dixwazin têkoşîn û berxwedana me têk bibin. Dixwazin çavê gelê Kurd bitirsînin, lê bila baş bizanibin gelê Kurd bi kuştinê tine nabe.”

Yaman bang li gelê Iraqê bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: "Divê gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê  bibînin ku xaka wan ji dest diçe û zarokên wan tên kuştin. Ji bo wê divê êdî pêngavek were avêtin. Pêngavek ku ji dewleta Tirk re bêje êdî bese. Em bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan jî dikin, gelo wê heta kengê li hemberî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng bimînin? Divê kesên ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan binav dikin, demildest xwedi li mafê van kesên ku têne qetilkirin derbikeve. Bi vê boneyê em weke xelkê penaber û têkoşer yê Wargeha Mexmûrê dibêjin serê malbatên kesên ku di êrîşan de şehîd bûne sax be, serê gelê Kurd û xelkê Wargeha Mexmûr sax be.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimire xiyanet” bi dawî bû.