Panela 'Nalî Balyozê Kurdbûnê' hat lidarxistin

Navenda Rewşenbîrî ya Caf bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunerê li Silêmaniyê panelek li ser Nalî li dar xist.

LI SILÊMANIYÊ PANEL

Îro li hola Tewarê ya bajarê Silêmaniyê, bi beşdariya gelek rewşenbîr, mamosteyên zanîngehê û wêjehez, ji aliyê Navenda Rewşenbîrî ya Caf ve panela 'Nalî Balyozê Kurdbûnê' hat lidarxistin.

Di destpêka panelê de, kesayetiyê siyasî Mehmûd Sengawî bal kişand ser girîngiya edebiyata helbestvan Nalî ku hemû gelê Kurd pê serbilind e û yek ji helbestvanên navdar ên Kurd e.

Di panelê de Dr. Kotor Erselan Sîdzarde behsa girîngiya lidarxistina panelê kir û got: “Niha civaka Kurdî pêwîst e vegere bo Nalî, ji ber ku Nalî yek ji wan helbestvanên mezin e ku serbilindiyeke wî ya kûr bi Kurdbûn û zimanê Kurdî hebû, lê ji ber kiryarên xerab ên desthilata Kurdî, serbilindiya bi zimanê Kurdî lawaz bûye. Serbilindiya bi Kurdbûnê pêvajoyeke ye û pêwîstiya vê pêvajoyê bi vegera bo Nalî heye.”

Piştre di panelê de hin beşdarên din behsa girîngiya wêjeya helbestvan Nalî kir û diyar kirin ku vegera bo edebiyata klasîk a Kurdî bi rêya Nalî, vegerek ji bo nirxên Kurdbûnê ye.