BI DÎMEN

'PADÊ partiyên Êzidiyan gihand hev, lewma bû hedef'

Endamê mektep siyasî ya PADÊ Silêman Hecî diyar kir ku biryara girtina PADÊ di encama hevdîtin bi Tirkan re hat girtin û got: “Rojane axa wê tê dagirkirin, mirov tên kuştin. Xwe ji van pirsgirêkan re berpirsiyar nabîne lê partiya Êzidiyan digire.”

Endamê mektep siyasî ya PADÊ Silêman Hecî derbarê pêvajoya îtîraza girtina PADÊ de ji ANF’ê re axivî. Silêman Hecî di destpêka axaftina xwe de wiha behsa fermiyata PADÊ kir: “Partiya me ya PADÊ di nava civaka Êzidî de dihate hezkirin. Partiya PADÊ di asta Iraqê de li ser daîreya partiyan de bi hijmara we ya fermî 40, cihê xwe di nava partiyên Iraqê de digirt. Di dîroka 19’ê Nîsana sala 2017’an me partiya xwe fermî kir û li Iraqê weke partiyeke Êzidiyan hat naskirin. Di nava van salan de partiya me 3 serdeman beşdarî hilbijartinên Iraqê bû.”

PADÊ PIRA DI NAVBERA GEL Û DEWLETÊ DE BÛ

Partiya me bûbû pira di navbera gel û dewletê de. Di nava civakan de alîgirên wê hebûn. Ji xwe ji dema ku partiya me hatî damezirandin heya roja îro jî ji bo civakê kar û xizmet dikir. Her wiha di nava partiyên civaka Êzidî de jî bi rola sereke rabû. Heya ku karîbû di nava Êzdîxanê de yekitiya partiyên Êzidiyan pêş bixe. Rola wê ew bû ku hemû partiyên Êzidî yên ji derveyî yên girêdayî PDK’ê ne, bigihîne hev û yekitiya wan a bi navê Tensîqa hêz û pêkhatiyên Şengalê ava bike. Ji xwe yek ji armaca me ew bû ku gele Êzidî bi yek dengî karibe dengê xwe bigihîne cihên peyîwendîdar.”

‘LI SER BIRYARA TIRKIYEYÊ PARTIYA ME KIRIN HEDEF’

Hecî anî ziman ku piştî li ser destê PADÊ yekitiya partiyên Êzidiyan hat avakirin û gavên ber bi xweseriya Şengalê ve hatine avêtin gelê jî xwe li derdora kom bû û wiha dewam kir: “Pir gavên bi bandor ji bo paşeroja Êzidiyan û Şengalê avêtin. Di warê diplomasiya derve û hundir de roleke sereke lîst. Dewleta Iraqê jî ev bandora partiya me dît, xwe li ber negirt û biryara girtina wê da. Ev biryar di encama hevdîtinên vê dawiyê yên dewleta Iraqê bi Tirkan hat girtin.”

LI SER RAPORÊN BÊ BINGEH PADÊ GIRTIN

Silêman Hecî destnîşan kir ku li ser hin raporên sexte partiya wan hat girtin û wiha pêde çû: “Em weke partî û endamên wê rêz li biryarên Iraqê digirin lê bi şertê ku ew biryar û raporên ku li ser me hatin dayîn rast û ne şêlo bin. Dema ku ev biryar di 3’yê Tebaxê de derket me jî weke partî got ne famkirin di mijarê de heye. Ji ber wê jî me îtîraza xwe zû nekir, lê dema ku hevdîtin bi rayedarên dewletê re hat kirin ku gelek rapor li ser partiya me hene û piraniya wan dûrî rastiyê ne. Partiya me bi hinceta ku destek dide Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat girtin, lê em li vir ji dewleta Iraqê re dibêjin ku hewcedariya PKK’ê ji 4 kesên partiya me tuneye. Têkoşîna wê ya 40 salan heye û li hember dewleta duyem a NATO’yê şer dike.’’

Endamê mektep siyasî ya PADÊ da xuyakirin ku Iraqê ne tenê partiya wan hedef girt gelek partiyên din hedef girt û wiha axivî: “Dema ku partiyek were astengkirin helbet hemû alîgir û hezkiriyên wê jî digire nava xwe. Me biryareke wisa bi lez û bez ji Iraqê û dadgeha ferderal qet hêvî nedikir. Beriya ku me hişyar bike û agahdar bike ev biryar girtin. Iraqê girtina partiya me di hefteya yekem de mizgînî da dewleta Tirk û ji xwe re weke destketî bi nav kir.”

IRAQ KU NIKARE PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKE PARTIYA ÊZIDIYAN GIRT

Silêman Hecî axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Pirsgirêkên siyasî û navxweyî yên Iraqê pir in. Rojane axa wê ji aliyê dewletên cînar ve tê dagirkirin, welatiyên wê tên şehîdkirin. Li hemberî van bê deng e. Xwe ji van pirsgirêkan re berpirsiyar nabîne lê ji ber rapora ku li ser derewan hatiye amadekirin xwe berpirsyar dibîne û partiya Êzidiyan digire. Vê yekê jî ji xwe re weke destketî dibîne. Ji bo dewleta Iraqê ev şermeke mezin e. Gelekî weke gelê Êzidî û rastî 74 fermanan hatiye, bi dehan gorên komî heya roja îro li ser axa wê ne û bi deh hezaran gelê wê dibin konan de dijîn. Li ser vî halî partiya wan girt.”