KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rêxistinên Elewiyan çûn serdana şaredariya Dersimê
Nûnerên rêxistinên Elewiyan ên li dijî derbeya qeyûm çûn Dersimê, peyamên piştevanî û berxwedanê dan. -
Li Şengalê meşa 25'ê Mijdarê
Li Şengalê civaka Êzidî û Ereb bi pêşengiya TAJÊ bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê meşek lidar xist. Di meşê de ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî tundiyê bang hate kirin. -
Tifaqa Dersimê çû serdana Sarigul ê wezîfeya wî hatî xespkirin
Pêkhateyên Tifaqa Dersimê çû serdana Şaredarê Pulurê Mustafa Sarigul ê wezîfeya wî hatî xespkirin. -
Nifûsa Başûrê Kurdistanê hate eşkerekirin
Nifûsa Başûrê Kurdistanê hate eşkerekirin. Li gorî vê yekê 6 milyon 370 hezar kes li Başûrê Kurdistanê dimînin. -
YCWK: Yekîneyên me li Qoserê li dijî dagirkeran şer kirin
YCWK'ê ragihand ku yekîneyên wan ên li Qoserê xwestin Cejna Vejînê pîroz bikin, lê belê polîsan êrîş kirin, lewma jî wan bersiv dan êrîşê. -
Gundê Gredil hate dorpêçkirin, gundî nikarin derkevin derve
Leşkerên ku berî sê rojan gundê Gredil ê navçeya Qelqelî ya Wanê dorpêç kiribûn, ketin û derketina gund qedexe kirin. -
Li Mîdyad û Çiyayê Bagokê êrîşên leşkerî dewam dikin
Li Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê bi hefteyan e êrîşên leşkerî dewam dikin. Li herêma navbera navçeya Mîdyad a Mêrdînê û navçeya Hezex a Şirnexê jî êrîş têne kirin. -
Li Îranê aktîvîsta jin Seyran Husrevî hate binçavkirin
Aktîvîsta jin Seyran Husrevî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate binçavkirin. -
MAK: Li Geverê li konvoya polîsan hate xistin
Milîsên MAK'ê ragihandin ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî konvoya polîsên Tirk çalakiyeke bombeyî kirine. Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de gelek polîs mirine, gelek jî birîndar bûne. -
‘PKK wê ti caran paşve gav neavêje’
Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, şehîdên azadiyê û gelan pîroz kir û gotin, “Em ê heta dawiyê li şehîdan xwedî derbikevin û xeta wan bişopînin da ku heta serkeftin û azadiyê canê me jî bê xwestin em ê bidin.” -
Li Geverê di dema derbasbûna wesayitên zirxî de teqînekê rû da
Li navçeya Gever a Colemêrgê dema ku wesayitên zirxî yên polîsan derbas dibûn teqîneke mezin rû da. Tê gotin ji ber teqînê mirî û birîndar hene. -
Bîrsen Orhan: Ez ê heqîqetê timî bînim ser ziman
Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan ku bi biryara ragirtina li malê hate berdan, anî ziman ku êrîş li ser sîstema hevserokatiyê hate kirin û wê ti carî dest ji bilêvkirina heqîqetê bernede. -
'PKK'ê bi têkoşîna xwe ya 46 salan êrîşên dijmin hemû têk bir'
Şervanên Ereb Şervan Agir û Yakûb Fîlîstîn diyar kirin ku PKK 46 sal in bê navber têdikoşe, êrîşên dijmin hemû têk bir û gotin, PKK bi projeya xwe ya neteweya demokratîk bûye hêvî ji gelên Rojhilata Navîn re. -
Li Amedê mêr li dijî tundiya li ser jinê daketin kolanan
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Amedê mêran daxuyanî dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî tundiya li ser jinê dan. -
Jin li dijî qeyûm meşiyan: Berxwedan wê bidome
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê li dijî xespa li ser şaredariyan, meşek hate lidarxistin. Jinan diyar kirin ku ew ê qeyûm qebûl nekin û wê berxwedanê bidomînin. -
Erzirom û Şirnex: Qeyûm derbe ye, dizîtî ye
Li Erzirom û Şirnexê desteserkirina şaredariyên DEM Partiyê hate şermezarkirin. Bang li gel hate kirin ku li dijî derbeya qeyûm berxwedanê mezin bikin. -
HPG: Droneyek hate xistin, radarek hate îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zap û Xakurkê droneyek hate xistin, sîstemeke radarê hate îmhakirin. -
CÎK: Tundiya li dijî jinê li pîvanên Îslamê nayê
CÎK'ê têkildarî 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku tundiya li jinê li pîvanên Îslamê û nirxên mirovahiyê nayê. -
YCWK’ê: Em her derê bikin çeperên berxwedanê
YCWK’ê got, “Dersim ruh, bîr û dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê ye û dergeha wê ye” û li dijî desteserkirina îradeyê bang kir ku her derê bikin çeperên berxwedanê. -
NPG'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir: Em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin
Fermandariya Biryargeha NPG'ê têkildarî sala 47'an a damezrandina PKK'ê got, "Weke fedaiyên ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê me ye, em ê bi performanseke bilind û tempoya serketinê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin." -
Kalkan: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta pêkhatinê de ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew dixwazin sala 47'an a PKK'ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Ev yek heta niha têkoşînek bû, lê niha di asta pêkhatinê de ye." -
Fermandara YJŞ’ê: Divê hêzên parastina Êzidî bên mezinkirin
Ji Fermandarên YJŞ’ê Axîn Întîkam diyar kir ku divê hêzên parastina civaka Êzidî bên xurtkirin û got, “Hêza ku li dora fikrên Rêber Apo xwe rêxistin dike, li hemberî dijmin têk naçe.” -
HPG’ê Serdar Batman bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê gerîlayê şehîd bi bîr anî û got, “Heta nefesa xwe ya dawî bê teredut meşa xwe domand û bû milîtanekî Apoyî yê ku navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandî.” -
Li Dersimê bendên polîsan bi berxwedanê hatin rûxandin
Berxwedana gel a li dijî desteserkirina şaredariya Dersimê her ku diçe mezin dibe. Bendên bi sedan polîs ji Enqereyê anîbûn, hatin rûxandin. -
Şaredariyên Dersim û Pulurê hatin desteserkirin
Rejîma AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman şaredariyên Pulur û Dersimê desteser kir.