JIN
Hemû Nûçe
-
TJK-E'yê bang kir: 7 û 8'ê Cotmehê dakevin qadan
TJK-E'yê bang li her kesî kir ku di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de li dijî tecrîdê li her derê dakevin qadan. -
Jinên ji Gronlandê ji ber 'kontrola zayînê' dozê li dewleta Danîmarkayê vedikin
Jinên ku di navbera salên 1966 û 70'î de bêyî daxwaz û destûra wan ji bo kontrola zayînê spîral bi wan ve hate kirin, amadekariyê dikin ku dozê li dewleta Danîmarkayê vekin. -
Li Qoserê jinek hat qetilkirin
Li Qoserê mêrê bi navê Omer Dûrak, hevjîna xwe Sema Dûrak qetil kir. -
‘Li dijî taciz û tecawiza ên bi unîforma wê têkoşîna jinan bi ser bikeve’
Li Wanê jinan xwest taciza çawîşê pispor protesto bikin. Polsîan êrîşî jinan kir û bi hincera peyva "ên biunîforma" nehiştin daxuyanî bê dayîn. -
TJA: Kesên biunîforma li dijî civakê sûcan dikin
TJA’yê tacîza zayendî ya 6 çawişên pispor li Wanê li jinan kirî protesto kir û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku tacîz û tecawizên endamên şerê taybet ên dewletê asayî bibin.” -
ji bo Nagîhan Akarsel li ber saziya NY’ê ya li Qamişloyê çalakî hat lidarxisin
Ji bo akademîsyen Nagîhan Akarsel ku beriya salekê li Silêmaniyê hat qetilkirin, li ber saziya NY’ê ya li Qamişloyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de nameyek hate xwendin ku ji cihên cuda yên cîhanê zêdeyî 300 kesan îmze kiriye. -
Şandeya jinan a navneteweyî ji bo Nagîhan Akarsel bi NY’ê re civiya
Şandeyeke jinan a navneteweyî ya di bin pêşengiya TJK-E, Akademiya Jineolojiyê û Înîsiyatîfa Edalet ji bo Nagîhan Akarsel, bi NY’ê re hevdîtin kir û xwest ku sûcên dewleta Tirk bên sekinandin. -
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî 5’emîn kongreya xwe lidar xist
Li bajarê Bîelefeldê Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî 5’emîn Kongreya xwe lidar xist û peyama xurtkirina rêxistinbûnê da. -
Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin hate weşandin
Hejmara 223'an a rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta "Ruhê azadiyê bû çavkaniya sûdwergirtinê" hate weşandin. -
Ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel wê 'Rojên Jînerjî’ bên lidarxistin
Ji bo bîranîna endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a ku di encama sûîqeseteke dewleta Tirk a dagirker de sala borî li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da wê ‘Rojên Jînerjî’ bên lidar xistin. -
Jinên Başûrê Kurdistanê ji Rêberê Gelê Kurd re name nivîsandin
Jinên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya RJAK’ê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name şandin. -
Jinên girtî serî li CPT dan
Jinên girtî yên li Sîncanê serî li CPT dan û gotin, "Li hemberî girtîgehên Tirk ku êşkence tê kirin û mafên mirovan lê têne binpêkirin, divê CPT dest bi lêkolîn û lêpirsînê bike." -
Li Îranê 4 jinên ji baweriya Bahaî hatin destgîrkirin
Ji baweriya Bahaî ku li Îranê di bin zexta dewletê de ye 4 jinên din hatin destgîrkirin. -
Îranê endama KJAR’ê Werîşe Muradî revand
KJAR'ê diyar kir ku endama wan Werîşe Mûradî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin û ne diyar e bê bi ku ve biriye. -
Aktîvîsta TJA'yê ji bo avakirina jiyaneke nû bang kir
Aktîvîsta TJA'yê ya ji Rihayê Fatîme Sîlgîr bang li jinan hemûyan kir ku tevlî kampanya wan a ji bo 6 mehan bibin ku bi dirûşma 'Bi jin, jiyan azadî ber bi azadiyê ve' dane destpêkirin. -
TJA: Armanca me ya bingehîn pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan e
TJA ya ku bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadiyê Ber bi Azadiyê ve” starta lingê duyemîn a kampanyaya xwe da destpêkirin. -
YJA Star: Em ê xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, şehîdên Amedê bi rêzdarî bibîr anî û got: “Em soz didin ku em ê xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin." -
Çalagan: Ji bo xwedîderketina li kongreya me ya mezin em bang dikin
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan got, "Roj roja xwedîderketina li kongreya me ye mezin e. Em bang li jinan hemûyan dikin ku di 15'ê Cotmehê de tevlî kongreya me ya mezin bibin." -
Besê Erzîncan: Ciwan wê paşve gavê neavêjin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bal kişand ser êrîşên mezin ên li dijî ciwanan û got, ciwanên Kurd fikrê Rêberê Gelê Kurd Ocalan nas dikin wê li hemberî dijmin gavê neavêjin. -
'Jin jiyan azadî' ji Xelata Sakharovê re namzet hate nîşandan
Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ku salek berê li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetilkirin û tevgera 'Jin jiyan azadî' ji bo Xelata Sakharov a ku xelata herî bilind a mafên mirovan a Yekîtiya Ewropayê ye, wekî namzet hate nîşandan. -
‘Ne pêkane ku Ayşe Gokkan di nava çar dîwaran de bê girtin’
Şîndar Akinci anî ziman ku gelê Nisêbînê bi hesreta rêveberên ku nirxên têkoşîna azadiyê di nav xwe de dihewîne de ye û got ku ew ê beşdarî danişîna Ayşe Gokkan a sibê bê lidarxistin bibin. -
Her kêliya jiyana xwe bi wate kir
Baharîn di nava 20 salan de li her qada Kurdistanê li dijî dijmin têkoşiya, ji bo azadiya welatê xwe şer kir û her kêliya jiyana xwe bi wate kir. -
KJK'ê li dijî xiyanet û qirkeriyê banga mezinkirina yekîtiya Kurdistanî kir
Koordînasyona KJK'ê bang li gelê Kurd kir ku li hemberî xiyaneta PDK'ê û malbata Barzanî helwesteke şênber nîşan bide, berxwedanê mezin bike û pêngava yekîtiya neteweyî xurt bike. KJK'ê got, ev yek wê bibe bersiva herî mezin. -
TJA’yê li Botanê starta kampanyaya ‘Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve’ da
Li bajarokê Gundikêmelê yê girêdayî Şirnexê TJA’yê starta kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve” da. -
‘Polîtîkaya bêcezakirinê rê li ber binpêkirinên nû vedike’
Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir, ji ber ku li Colemêrgê polîtîkaya bêcezakirinê ji bo leşkerên Tirk xistine meriyetê, dihêle ku binpêkirinên nû yên mafên mirovan rû bidin.