ji bo Nagîhan Akarsel li ber saziya NY’ê ya li Qamişloyê çalakî hat lidarxisin

Ji bo akademîsyen Nagîhan Akarsel ku beriya salekê li Silêmaniyê hat qetilkirin, li ber saziya NY’ê ya li Qamişloyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de nameyek hate xwendin ku ji cihên cuda yên cîhanê zêdeyî 300 kesan îmze kiriye.

Daxuyaniya ku Akademiya Jineolojiyê û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya komîseriya bilind a kar û barên penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê daye wiha ye:

Akademisyen, nivîskar, rojnamegera Kurd û parêzvana mafê jinan Nagîhan Akarsel beriya salekê di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê Rêveberiya Federal a Başûrê Kurdistanê/Iraqê, dema ji mala xwe derdiket hat qetilkirin. Di nava salekê de, li gel tevahî daxwazên edaletê kujerê Nagîhan Akarsel nehat darizandin, ji bo pêşîlêgirtina qetilkirinên siyasî bergiriyên pêwîst ên siyasî û hiqûqî nehatin girtin.

Hîna rojek li ser qetilkirina Nagîhan Akarsel re derbas nebûbû, kujerê wê yê direviya Hewlêrê hat girtin. Li gorî agahiyên ji saziyên ragihandinê hatine girtin, kujerê bi navê Îsmaîl Peker hemwelatiyê Tirkiyê ye. Sefîrê dewleta Tirk ê Iraqê Alî Riza Guney di derbarê mijarê de daxuyaniyek da ragihandinê, di ragihandinê de bi zimanekî dîplomatîk got ku kujer ji aliyê MÎT’ê ve hatiye erkdarkirin.

Lê heta niha ji bo darizandina kujer, ronîkirina hêzên di pişt vê qetilkirinê de tu gavên hiqûqî nehatine avêtin. Ne rayedarên Rêveberiya Herêma Kurdistanê, ne jî yên Iraqê, ji bo mehkumkirina kujer û hêzên li pişt bûyerê, ji bo ronîkirina vê kuştina bêzagon tu hewldan nedane.

Nagîhan Akarsel pêşengiya gelek projeyên Akademiya Jineolojiyê kir. Jinên ji gel û beşên civakê yên cuda ji bo jiyaneke hevpar a bi rûmet û azad anî gel hev. Sê pîvanên bingehîn ên dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di kesateya xwe û sekna jiyana xwe de kir yek. Ev 40 sal in hêzên dewleta Tirk bi awayekî bê zagon komkujiyên li dijî jinên Kurd didomîne. Qetilkirina Nagîhan Akarsel jî xelekeke ji vê komkujiyê ye. Di dema desthilata AKP-Tayyîp Erdogan de, di nav sînor û ji derveyî sînor, bi awayekî derzagonî li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê kiryarên qetilkirinê zêde bûne.

Rapora Taybet a NY’ê ya Tundiya Li Dijî Jin û Zarokên Keç, sedem û encamên fikarên xwe yên di vê mijarê de dubare kir. Anî ziman ku gelek jinên sivîl bi hinceta “Operasyona li dijî teororê” ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine kuştin. Heman demê rayedarên NY bang li Tirkiyê kirin ku yên van sûcan dikin bên darizandin û ji bo cezakirineke pêximker, bi alîkariya saziyên navneteweyî mekanîzmeya lêpirsîneke bêalî bê avakirin. Lê yek ji vana pêk nehat.

Ji sala 2022’an ve, qirkirin û kuştina jinên Kurd zêde bûye û berdewam dike. Ev qetilkirin tê wateya binpêkirina zagonên hiqûqa navneteweyî. Di heman demê de balafirên bêmirov rojane li ser axa Kurdistanê ya li Iraq, Sûriye û Îranê êrîşan pêk tînin. Di navbera mehên Çile û Hezîranê yên sala 2023’an de, balefirên bêmirov ên girêdayî dewleta Tirk li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 53 kes qetil kirine. Di nava kesên hatine qetilkirin de gelek jinên ku pêşengiya civakê dikin jî hene. Di heman demê de bi delîlan derket holê ku dewleta Tirk di salên 2013-2022’an de, li Fransa/Parîsê pêşengên Tevgera Jin a Kurd qetil kiriye. Lê ev sûc jî heta niha bê ceza maye.

Ev mînak hemû sûcê bêhiqûqê yê dewleta Tirk li dijî parêzvanên mafên jinan ên Kurd pêktîne derdixin ber çavan. Em bawer dikin ku eger hesab ji kesên van sûcan dikin û hêzên li pişt van kesan bê xwestin, dê ji bo lêgerîna maf a mexdûrên komkujiyên din bibe gavek girîng. Eger kuştinên siyasî bê ceza nemînin, kesên van sûcan dikin û yên li pişt wan bên ronîkirin, dê di pêşerojê de sûcên li dijî mirovahiyê bên astengkirin.

Ji ber vê; Em 312 jinên ji çar aliyên cîhanê ku îmzeya me di vê nameyê de heye, bang li NY û tevahî saziyên têkildar dikin ku demildest bikevin tevgerê. Kesên hiqûqî-hikmî ku name û îmze bigihinê;

Sekreterê Giştî yê NY Birêz António Guterres, Serokê Desteya Ewropayê Birêz Charles Michel

Serokwezîrê Iraqê Birêz Mihemed Şîa El Sûdanî.