Jinên Başûrê Kurdistanê ji Rêberê Gelê Kurd re name nivîsandin

Jinên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya RJAK’ê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name şandin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di 11’ê Nîsana 2023’an de bi şîara ”Mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan” kampanyayek name şandinê ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) dabû destpêkirin. RJAK’ê bi taybet ji bo jinên li Başûrê Kurdistanê bang li hemû jinan kiribû ku tevlî kampanyayê bibin û dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng nemînin. Li ser banga RJAK’ê jinên li Iraq û Başûrê Kurdistanê dijîn, bi sedan name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin û hest û hêviyên xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ser ziman.

‘DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA ME XURTIR BIBE’

Di nameya jina bi navê Bêgerd Azadî ya ji Başûrê Kurdistanê de wiha tê gotin: “Ez weke dayikek gelek spasiya we dikim. Ji ber ku hûn yekem kes bûn ku baweriya xwe bi hêza jinê anî û ji bo azadiya jinê şoreşê kir. Tecrîd çiqas girantir be, divê têkoşîn ewqas xurtir bibe. Bê guman wê tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Ez wek dayikek divê diyar bikim ku wê têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û Kurdistanê bidome.”