Jinên girtî serî li CPT dan
Jinên girtî yên li Sîncanê serî li CPT dan û gotin, "Li hemberî girtîgehên Tirk ku êşkence tê kirin û mafên mirovan lê têne binpêkirin, divê CPT dest bi lêkolîn û lêpirsînê bike."
Jinên girtî yên li Sîncanê serî li CPT dan û gotin, "Li hemberî girtîgehên Tirk ku êşkence tê kirin û mafên mirovan lê têne binpêkirin, divê CPT dest bi lêkolîn û lêpirsînê bike."
Jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê radigihînin ku mafên wan tên binpêkirin. Jinên girtî ji bo ku binpêkirina mafên li girtîgehê bê lêkolînkirin, serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. Jinan di serlêdana xwe de bal kişand ser mirinên li girtîgehên Tirkiyeyê diqewimin. Jinan di serlêdanê de bal kişand girtî Şakîr Tûran ê di 30’yê tebaxê de li Girtîgeha Erzînganê ya Tîpa L’yê de jiyana xwe ji dest da û wiha hat gotin: “Tevî ku teşhîsa penceşêrê eşkere bûbû jî, lê nehat berdan. Gelo ji bo bihata eşkerekirin ew kurd bû û siyasetmedarê kurd bû divê bimiriya? Çimkî Saziya Tiba Edlî (ATK) vê biryara der barê Tûran de daye, eşkere nîşan dide ku girtiyên siyasî bi biryarên siyasî li girtîgehan tên ragirtin.”
Nameya serlêdana jinên girtî ku bo CPT’yê şandin e wiha ye:
“Mirinên li girtîgehên tirkan dewam dike. Herî dawî di 30'yê Tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L a Erzîncanê hevalê me Şakir Turan jiyana xwe ji dest da. Şakir Turan ê 70 salî bi nexweşiya giran bû, tevî teşhîsa pençeşêrê ji bo wî hatibû danîn jî ew nehat berdan. Wekî kurd û siyasetmedarekî ji bo ispat bike bi nexweşiya giran e, gerek jiyana xwe ji dest bida. Çimkî Saziya Tipa Edlî (ATK) tevî teşhîsa pençeşêrê ji bo hat danîn jî nehat berdan. ATK'ê raporeke ku dikare di girtîgehê de bimîne amade kir. Ev biryara ATK'ê nîşan dide ku girtina girtiyên siyasî biryareke polîtîk e. Li gor rapora ÎHD'ê ya sala 2022'yan li girtîgehên tirkan, herî kêm 81 girtiyî jiyana xwe ji dest dan. Tu carî derbarê van mirinan de lêkolîn nehat kirin û mirinên bi guman bûn. Her mirina di bin kontrola hukumetê de cinayet e. Gelek kesên jiyana xwe ji dest dane girtiyên nexweş e. Ev girtiyana ji ber fikrên xwe, faliyetên xwe yên siyasî û bi taybet ji ber kurd in tên hedefgirtin.
Sepanên nîjadperest û cihêkar ên li dijî civaka kurd gihaştiye asta faşîzan. Daxwazên biçûk ên demokratîk ên girtiyan jî bi awayekî ji derveyî aqilan ji bo rêveberiya girtîgehê dibe sedema lêpirsîn û dayina ceza. CPT bi xwe jî li girtîgehên tirkan dikare bi lêkolîneke sînordar xwe bigihêje vê lêkolînê. Hejmara mirina girtiyan siyasî yên kurd zêde dibe. Lê belê bi zagonên taybet endamên Ergenekon, Hizbûllah, mafya, diz, tecawizkar, kesên hişbirê difiroşin ên hukum xwarine tên berdan. Bi zagona înfazê ya dawiyê gelek sûcdarên edlî hatin berdan. Lê belê şerdên li girtîgehan ên kurdan jî hîn tên girankirin. Zagona herî dawî bû sedem ku 313 girtiyên siyasî înfaza wan bê taloqkirin. Ev mînakek şênber e. Di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de 14 heval ev du sal in divê bihatana berdan lê belê li gor vê zagonê di girtîgehê de ne. 88 girtiyên nexweş dikare ji vê zagonê bi bandor bibin. CPT berî bikeve nava tevgerê li hêviyê ye ku girtiyên nexweş roj bi roj bimirin. Heqîqeta di vê meseleyê de ev e; gelek girtiyên înfaza xwe temam kirine û cezayên wan ên dîsîplînê tune ne ji ber kurdin û ne poşman in nayên berdan.
Li girtîgehên tirkan îşkence heye, sepanên înfazê yên dikarin bi awayekî eşkere wekî binpêkirin bên nirxandin, hene. Bi deh hezaran mirovên li girtîgehên tirkan bi pratîkên nîjadperest û faşîzan rû bi rû dimînin, hene. Cinayet û mirinên sîstematîk ên encamên van sepanan e dewam dikin. Bi vê zagona nû re mafê hêviyê yên girtiyan ji holê tê rakirin. Girtiyên bi nexweşiya giran terkî mirinê tên kirin, hevdîtina bi malbatên wan re jî sînordar in. Divê CPT têkildarî girtîgehên mafên mirovan binpê dikin lêkolîn û lêpirsîn bên destpêkirin. Divê bi encama raporê bi raya giştî re bê parvekirin û Tirkiyeya ku ji hemû binpêkirinan berpirs e bê hişyarkirin û bê mehkûmkirin. Daxwaza me ji we ew e ku hûn têkevin nava liv û tevgerê."