‘Ne pêkane ku Ayşe Gokkan di nava çar dîwaran de bê girtin’

Şîndar Akinci anî ziman ku gelê Nisêbînê bi hesreta rêveberên ku nirxên têkoşîna azadiyê di nav xwe de dihewîne de ye û got ku ew ê beşdarî danişîna Ayşe Gokkan a sibê bê lidarxistin bibin.

Hevşaredara berê ya Nisêbînê û Berdevka demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan ji hêla dewleta Tirk ve rehîn tê girtin, di 22'yê îlonê de danişîna wê bê dîtin. Hevserokê HDP'ê yê Nisêbînê Şîndar Akinci banga tevlîbûna dozê kir û bandora Ayşe Gokkan a li ser gelê Nisêbînê hiştiye ji ANF'ê re nirxand.

Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci diyar kir ku Ayşe Gokkan beriya her tiştî xwedî helwesteke jinê ya gelekî xurt e û wiha got: “Ayşe Gokkan kesayetek e bi helwest, şêwaz e û hurmetê heq dike. Gokkan di serdema şaredariya xwe da bi gelê Nisêbînê re têkiliyeke çêkir û tevî şert û mercên esaretê jî ev têkilî dewam dike.”

Akinci got ku li her cihê ku navê Ayşe Gokkan tê gotin ev hest û hesreta bi wê re çêdibe û wiha axivî: “Li bendê ne ku kesên ku dê wan bi rê ve bibin ji herêma xwe bên, lê Ayşe Gokkan ev feraset guhert. Jinek pir bi hêz bû. Bi xebatên xwe, bi karakter, helwest, şêwaz û kesayeta xwe ya bi israr bi gel re bû xwedî pêkhateyek yekgirtî. Bi dilpakî karê xwe kir û di her tiştê ku kir de reseniya jinê û nêrîna jinê eşkere kir. Qadên ku hevala Ayşe bi xebata xwe afirand de ez niha dikarim bi rihetî kar bikim. Em civakeke berxwedêr in lê hin aliyên feodalî mane. Ayşe Gokkan bi helwesta xwe sînorên hişk ên navbera jin û mêran de nerm kir, pêkvejiyanê misoger kir.”

QEYÛMA NISÊBÎNÊ ÊRÎŞÎ DESTKEFTIYÊN JINAN KIR

Şîndar Akinci bi bîr xist ku têkoşîna azadiya jinê ya li Nisêbînê di serdema Gokkan de gelekî mezin bû û Nisêbîn weke bajarê jinan hat îlankirin. Şîndar Akinci destnîşan kir ku qeyûm ne tenê êrîşî îradeya gelê Kurd kir, êrîşî destkeftiyên jinan jî kir û wiha pêde çû: “Di serdema şaredariya Ayşe de kooperatîfên jinan û malên jinan hatin vekirin. Nisêbîn weke bajarê jinan hat îlankirin. Di dema wê de têkoşîna jinan bi awayekî cidî zêde bû. Dema ku têkoşîna jinan zêde bû û jin bi rêxistin û xurt bûn. Di wê serdemê de bûyerên tacîz û tecawizê kêm bûn. Piştî rêveberiya xweser û hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an du caran îradeya me hat desteserkirin. Destkeftiyên têkoşîna jinan jî hatin hedefgirtin. Hewl hat dayîn ku careke din radestî zîhniyeta serdest a mêr were kirin. Hewl dan ku bandorê li gel bikin û Mala Jinan veguherînin. Bi qeyûman re li Mêrdîn û li Nisêbînê bûyerên tacîz û tecawizê zêde bûn. Ev konsepta şerê taybet e û hedefa wan diyar e."

GEL PARÊZVANA VÎNA XWE DIPARÊZE

Şîndar Akinci diyar kir ku di civînên gel ên di pêvajoya jinûve avakirinê de gel hesreta xwe ya ji bo rêveberên ku heta dawiyê îradeya wan temsîl dikin tînin ziman û wiha domand: “ Dikarin nirxên ku di salên têkoşîna azadiyê de hatine afirandin hilgirin, Ayşe Gokkan bi hemû hêza xwe cihê xwe di bîranîna gel de diparêze û gelê Nisêbînê rêz û hurmetê jê re digire.”

Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci banga tevlîbûna doza ku di 22’yê îlonê de bê dîtin li her kesî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qeyûman îradeya gelê me desteser kirin, lê ne gengaz e ku bîranîn û berxwedêra mîna hevala Ayşe ji holê rakin. Mirov hesreta xwe îfade dike. Hesret ne tenê ji bo xwe, ji bo nirxên ku di kesayeta xwe de temsîl dike jî heye. Sara Kaya jî yek ji van e. Weke jinên Nisêbînê em ê beşdarî danişîna hevala Ayşe bibin. Em jî dixwazin piştgiriya manewî bidin hevala Ayşe. Heger tê bîra we ji bo şermezarkirina qetilkirina Hevrînê ji girtîgehê banga lêkolîna çeteyên kiribû. Ne pêkan e ku meriv wê di nav çar dîwaran de wê bigire."