Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmanî yê Kurdistana Federal di encama sûîqesteke dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest da. Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel di navbera 2-4'ê Cotmehê de "Rojên Jînerjî" lidar dixe.
LI 7 BAJARAN ÇALAKÎ DÊ BÊN LIDAR XISTIN
Li gorî nûçeya Nûjînhayê dê li 7 bajaran çalakî bên lidarxistin. Di 2'ê Cotmehê de jî wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn û peyam ji NY’yê re bê dayîn. Wê kurteçîroka Akarsel bê vegotin. Performansa “Ez Nîsan im” dê bê pêşandan. Dê pêşandanên helbestê yên Dengbêj û “Jina Kurd” bên pêşkêşkirin. Şanoya 'Jin, jiyan, azadî' wê ji aliyê Koma Elefterya ve bê lîstin. Li Kobanê, Şehba, Tebqa, Minbic, Heleb û Dêrikê jî heman çalakî wê bên lidarxistin.
JI BO BÎRANÎNÊ LI BAJARÊ HELEBÊ WÊ PIRTÛKXANE BÊ VEKIRIN
Di salvegera qetilkirina Akarsel de wê pirtûkxaneyek bi navê wê li bajarê Helebê bê vekirin.