‘Polîtîkaya bêcezakirinê rê li ber binpêkirinên nû vedike’

Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir, ji ber ku li Colemêrgê polîtîkaya bêcezakirinê ji bo leşkerên Tirk xistine meriyetê, dihêle ku binpêkirinên nû yên mafên mirovan rû bidin.

Qanûnên Rewşa Awarte yên dewleta Tirk li Colemêrgê dewam dikin. Pêkanîn û qedexeyên Rewşa Awarte dibin sedema zêdebûna mirin, binçavkirin, girtin û êşkenceyê. Dewleta Tirk a ku nêzî 7 sal in her cure çalakî û çalakiyên demokratîk qedexe dike, herî dawî ragihand ku di navbera 18-23’yê Îlonê de hefteyekê çalakî û xwepêşandanên wekî çalakiya rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê, xwepêşandan, grevên birçîbûnê û vekirina standan hatine qedexekirin. Bi van qedexe û pêkanînên Rewşa Awarte re  polîtîkaya bêcezakirina hêzên leşkerî, li Colemêrgê û navçeyên wê dibe sedema gelek binpêkirina mafên mirovan.

BINPÊKIRIN HERÎ ZÊDE LI COLEMERGÊ NE

Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku ji berê ve Colemêrg herêmeke ku binpêkirinên mafên mirovan herî zêde lê diqewime. Sîbel Çapraz got ku pirsgirêka bingehîn a li vir ew e ku herêm hem ji aliyê sosyolojîk û hem jî ji aliyê erdnîgarî ve di rewşeke stratejîk de ye û wiha axivî: “Mebesta min ji stratejiyê ev e; ya yekem, ew li ser sînorê du welatan e. Rastiyek heye ku gel bi tevahî binpêkirinên li ser sînoran çêdibin re rû bi rû dimînin. Ji ber ku di hundir û derveyî wan sînoran de gel têkiliya xwe bi hev re qut nekirine û têkiliyên wan ên xizmtiyê hene. Mixabin, Kurdên li ser van xetên sînor dijîn para xwe ji polîtîkayên ewlekariyê yên dewletê digirin.”

LI DERIYÊ SÎNOR JÎ RASTÎ HEMAN PÊKANÎNÊ TÊN

Sîbel Çapraz bi lêv kir ku polîtîkayên bêcezakirinê rê li ber zêdebûna binpêkirin vedike û wiha pêde çû: “Helwesteke ku vê polîtîkaya bêcezakirinê vediguherîne firsendê heye. Bi hişmendiya ku tiştek bi min neyê, ez ê bi her awayî ceza negirim tevdigerin. Ev dihêle ku mafê jiyanê yê gelên li ser xeta sînor dijîn were binpêkirin. Kesên li ser sînor dijîn kî ne? Kurd in. Berê jî qaçaxçîtiya ser sînor weke sedem bi nav kiribûn; niha jî gel li deriyên sînor ên ku bi awayekî fermî ketin û derketina wan heye bi heman pêkanînê re rû bi rû dimînin. Mirovan di germahiya di bin -40 pileyî de li ber deriyê sînor di rêzê de dihêlin. Ew dibin kontrola ewlehiyê ya dijwar de tên derbaskirin.”

KIRYARÊN LI SER SÛC TÊN GIRTIN SERBEST TÊN BERDAN

Sîbel Çapraz anî ziman ku endama Liyneya Rêveberita ÎHD’ê Pinar Yilmaz û hevjînê wê Seferî Yilmaz ê ku xwediyê Pirtûkxaneya Umut a ku li Şemzînanê hat bombekirin serî li me dan ku demeke dirêje mala di bin çavan de ye. Çapraz got ku li Şemzînana ku her derê wê bi mobesayan tê kontrolkirin de malbata Yilmaz bi pêkanîneke wisa re rû bi rû maye rê li guman û fikaran vedike û wiha domand: “Êdî bi şevê dest bi nobedê kirine. Piştî raya giştî ji vê haydar bû kesekî gumanbar ji hêla şêniyên taxê ve hat girtin. Ew kes xwe wekî fermandarê leşkeran dide naskirin. Şêniyên taxê wî kesî radestî poîsan dike. Piştî îfadeya wî hat girtin serbest hat berdan. Ew çi bû? Wî tu kiryara sûc nekir. Piştî zerar bida kesekî ma wê demê bihata girtin? Her çiqas ji aliyê gel ve hatin girtin jî kesên sûcdar hatin berdan û bê ceza hatin hiştin.”

‘KUJERÊN SÛRMÎ NEHATIN CEZAKIRIN'

Sîbel Çapraz da zanîn ku di bûyera Surmi Înce de dema ji zarokên xwe yên li zeviyê dixebitîn erzaq dianî, ji mesafeyeke nêz bi çekên giran hatiye gulebarankirin û kujer bê ceza mane.

Sîbel Çapraz bi lêv kir ku gelê herêmê wekî sûcdarên potansiyel hatine îlankirin û ev tişt anî ziman: "Ji gel re dibêjin hûn nikarin biçin zeviyên xwe, hûn nikarin derkevin derve, hûn nikarin nan bînin mala xwe , hûn nikarin biçin ser zeviyên xwe. Heke tiştek were serê we hûn sûcdar in. Ji ber van polîtîkayên bêcezakirinê hêviyên gel nemaye. Dadwerî di destê hikûmetê de bûye pêlîstoka. Êdî tiştekî bi navê mafê darizandina li holê nemaye.”

DI SALÊN DAWÎ DE ÇEND BINPÊKIRINÊN MAFAN

- Di sala 2020’an de li gundê Avyan ê girêdayî bajaroka Bajêrgan yê navçeya Gever a Colemêrgê Şerali Derelî (61) bavê 9 zarokan, ji ber şewata ku çend metre dûrî mala wî ji aliyê leşkerên Tirk ve çûbû ser mala xwe jiyana xwe ji dest da. 5 leşkerên ku di çarçoveya lêpirsîna kuştina Derelî de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan hatin girtin û dawiyê serbest hatin berdan.

- Misleh Qasimî ya ji Rojhilat di 31’ê Cotmeha 2020’an de dema diçû gundê Koranê yê Urmiyê ya li ser xeta sînor, di encama gulebarana leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da û birayê wê Mislim Qasimî birîndar bû. Di vê bûyerê de leşkeran tu ceza negirtin.

- Li gundê Bêruhê yê navçeya Rubarok a Colemêrgê di 25'ê Tîrmeha 2023'an de 16 salî û 3 şivanên ku sewalên xwe 500 metre jêra gund biçêrînin, ji hêla leşkeran ve rastî lêdan, gef û heqaretan hatin. Hersê şivan bi awayekî derqanûnî hatin binçavkirin. Leşketên îlkencekar nehatin cezakirin lê mexdûr hatin cezakirin.

- Di 25'ê Tîrmeha 2023'an de gundên Tajdîn, Sipêrêz, Xidrok, Çiyayê Omerê, Pagê, li herêmên ku gundên Tiloran'a Jêr, Tiloran'a Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Yekmal'a Jêr, Yekmal'a Jor, Kendalok, Wargenima li deştên Topizava, Gîlêşîna, Xidrok û Sêrazê yên nav sînorên Geverê de ne, bi hinceta operasyona leşkerî heye nehiştin bêrîvan biçin bêriyê û îşkence li şivanekî kirin. Şivanê bi navê Murat Çarik bi zorê birin herêma ku operasyonê.

- S.Ç û C.S yên ku li gundê ku Qada Baregeha Leşkerî ya Warkevîk a Geverê ye sewalên xwe diçêrand. Şivanên ku navê wan hatin kirin bang li qada baregehê kirin û îşkence, gef û heqaret li wan kirin.

- Di 29'ê Gulana 2023'an de li navenda bajarê Geverê di serdegirtina malan de bi dehan ciwan hatin binçavkirin. Polîsên tevgera taybet ên Tirk di serdegirtina malan de camên malan şikandin û bi saetan îşkence li gel kirin. Gelek kesên ku ji aliyê polîsên Tirk ve bi pêhn, kulm û derbeyan hatin derbkirin, piştre hatin binçavkirin.

Di 26’ê Hezîrana 2023’an de li navçeya Geverê 20 kesên ku bi îşkence û muameleya xerab re hatin binçavkirin birin qada operasyonê. Parêzer Harika Gunay Karataş û Firat Îke yên çûn Qereqola Cendermeyan a Navçeyê ji aliyê cendirmeyan ve bi şîdeta fîzîkî ji qereqolê hatin derxistin.

Di 7’ê Hezîrana 2023’an de li Geverê zarokê 5 salî yê bi navê E.A ku çawîşê pispor ê Tirk diajot wesayîta wî qelibî jiyana xwe ji dest da. Çawişê pispor ê ku li E.A xist û 50 metre bi erdê re kaş kir, bi şertê kontrola edlî li edliyeya ku lê hat dîtin serbest hat berdan.