Aktîvîsta TJA'yê ji bo avakirina jiyaneke nû bang kir

Aktîvîsta TJA'yê ya ji Rihayê Fatîme Sîlgîr bang li jinan hemûyan kir ku tevlî kampanya wan a ji bo 6 mehan bibin ku bi dirûşma 'Bi jin, jiyan azadî ber bi azadiyê ve' dane destpêkirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma 'Bi jin, jiyan, azadî re ber bi azadiyê ve' dest bi kampanyayekê kir ku wê heta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam bike. Di metna kampanyayê de ku li Rihayê hate ragihandin, işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkayên şerê taybet, qirkirina jinê, talankirina ekolojîk û zextên li ser zimanê dayikê hate kirin. Jin wê di çarçoveya kampanyayê de gund bi gund, navçe bi navçe bigerin, çalakiyan lidar bixin.

Aktîvîta TJA'yê ya li Rihayê Fatîme Sîlgîr li ser kampanyayê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bi rêya kampanyayê ew dixwazin xwe bigihînin hîn bêhtir jinan. Sîlgîr ragihand ku ew dixwazin rewş û hêza civakî ya jinan hîn bêhtir bidin pêş û destnîşan kir ku di têkoşîna civakî û siyasî de divê jin karibin rol û mîsyona xwe hîn bi xurtî bi cih bînin.

Sîlgîr got, "Em dibêjin ku jin di nava jiyanan malbat û civakê de bi tenê nînin" û diyar kir ku ji bo karibin piştevanî û parvekirinê zêde bikin, jiyana xwe ya rojane li gorî çanda xwe dewam bikin, pêşengiyê bikin, bibin hêmana bingehîn a têkoşînê, li dijî têkiliyên riziyayî û dejenere xwe zane bikin, wan dest bi kampanyayê kirine.

Sîlgîr li ser bernameya çalakiyan jî got, "Di çarçoveya kampanyaya xwe de têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniyê ya li dijî Tundiya li Jinê em ê karê ji bo xurktirina diyaloga navbera jinan bimeşînin. Bi bîranîna Sara û hevrêyên wê re ku 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin em ê ruh û pratîka wan bigihînin jinan. Em ê li malan bi jinan re li hev kom bibin. Em ê 8'ê Adarê bi rengê herî girseyî pîroz bikin, di nava vê demê de em ê xwe bigihînin her beşê. Di hilbijartinên xwecihî de em ê bi roleke bi bandor rabin. Em ê bi rengê herî xurt tevlî çalakiyên Newrozê bibin."

Sîlgîr herî dawî ev bang li jinan kir: "Weke jinên Rihayî em bang li jinan hemûyan dikin ku jiyaneke nû ava bikin. Azadiya civakê bi azadiya jinê dibe. Li dijî her cûre tundiyê em têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin. Jin bi têkoşînê bedew dibin."