YJA Star: Em ê xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, şehîdên Amedê bi rêzdarî bibîr anî û got: “Em soz didin ku em ê xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniya çapemeniyê şehîdên Amedê bi bîr anî û wiha got: "Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Hevrê Axîn Mûş (Hulya Demîrer) di heybeteke çiyayî de xwedî ruhekî mezin e, di heman demê de sade, mutewazî û xwedî entelektueliyeke kûr e. Herî dawî Fermandar Eyaleta Amedê bû, di pevçûna ku di 17'ê Îlona 2023'an de li bejahiya Licê derketibû de tevî Rohat Pasûr (Cihat Ay), Egîd Berxwedan (Habîb Karakoç) û Demhat Setkar (Çetîn Temel) berxwedaneke bêhempa meşandin û şehîd bûn. Weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, gelê me yê leheng, fedekar û berxwedêr ên Serhed, Amedê û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em careke din di şexsê heval Axîn de şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de zindî bihêlin û bi serketinê tola wan hilînin.”

Fermandariya YJA Starê di berdewam daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Heval Axîn yek ji nirxê gelê me yê delal Serhadî ye ku bi qasî erdnîgariya xwe ya bilind, bêber û dijwar li Serhedê jiyaye, bi welatparêzî û nirxên çandî mezin bûye. Heval Axîn li Qibrisa ku bi kîlometreyan dûrî vir e, hatiye dinyayê."

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Her zarokê Kurd ên ji êrîşên îmha û înkarê reviyabû nikarin hînî deştên aram ên Behra Spî a ku berovajî erdnîgarî çiyayên Serhedê ne bibin, her tim berê wê her tim li erdnîgarî û nirxên bû, mezin bû. Bi dilsoziyeke mezintir a ku ji dûrbûn û nebînê afirandibû, di temenekî ciwan de hestên xwe yên welatparêziyê di kûrahiya dilê xwe de xêz kir û her tim kîna bênasnamebûna Kurdbûnê di dilê xwe de zindî hişt. Ji ber vê çendê di temenê biçûk de Tevgera Azadiyê nas kir. Êşe qetandina ji nasname û çanda xwe, xeyal û lêgerîna wê ya ji bo dîtina xwe ya jinê bû sedem ku bi Tevgera Azadiyê re tevbigere. Ji ber gelek sedeman çû Îngilistanê û firsend dît ku Rêbertî ji nêz ve nas bike û xebatên Rêbertiyê yên li wir bişopîne. Heval Axîn asta bandora xwe ya ji Rêbertî girtiye wiha pênase kir: “Wekî min xwe dîtibe û min lêgerînên xwe yên ku nikarîbûm bi nav bikim, bi nav kir.” Piştî demeke kurt di sala 1997’an de bi awayekî fermî tev li Partiyê bû û li wir demekê di çalakiyên Ewropayê de cih girt. Axîn ku weke keça berxwedêr a Serhedê ava bûye, lêgerîna azadiyê ya bênavber wê her tim xwestiye ku biçe çiyê û di her firsendê de vê daxwaza xwe tîne ziman.

HER KÊLIYA JIYANA WÊ TEVLÊBÛNEKE FEDAÎTÎ BÛ

Hevrê Axîn mîna çiyayê Kartevîn e, dema mirov ji derve ve lê dinihêre, heybetekê bi mirovan re çêdike, Di hundirê wê de bahoz û volqan diqelişe, lê ew bi vê yekê rehetî hîs nake. Ev volqan piştî dîlgirtina Rêbertî teqiya û tu kesî nikarîbû hevrê Axîn bi hincetên cuda rê li ber wê bigirta. Di sala 2000’î de bi feraseteke mezin gihişte xaka welat û bû gerîla. Armanca wê ew e ku tola komploya li dijî Rêbertiya ku belkî hêviya dawî ya bidestxistina nasnameya Kurd e û jin bi cewher û nirxên xwe anîne cem hev hilîne û nehêle ev gel careke din heman êşê bijî. Bi vê armancê hat tev li çalakiyên Hêzên Taybet bû û bi tevlêbûna xwe ya jidil, rast û fedakar a li wir yekser bal kişand ser xwe. Di beşdarbûna xwe de bi îdia, hişmendî û îradeya xwe bandor kir û di demeke kin de bû fermandar. Helwesteke parçebûyî tê de nîne. Hemû heqîqetên ku dizane û dijî, yên ku jê bawer dike û ji bo wan têdikoşe yek in. Tevlêbûna wê ya di her kêliya jiyanê bi ruhê fedaîtî bû. Felsefeya nanek û xirkayek herî zêde di kesayeta wê de cih girtiye. Axîn her çend bi helwesta xwe ya sade û nerm li hemberî hevrêyên xwe û bi helwesta xwe ya jiyanê derdikeve pêş jî, di nava hevalên xwe de li hemberî dijminê qirker xwedî hêrseke bêrawestan e. Ji ber vê yekê yek ji armanca wê ya herî mezin ew bû ku tola xwe hilînin û ji wan tiştên ku hatine kirin hesab bipirse. Ji ber vê yekê jî dema ku pêvajoya pêngava 1’ê Hezîranê dest pê kir, bi coşeke mezin berê xwe da Botanê. Heval Axîn ku li herêma Gabar a Botanê ma, tecrubeyên xwe yên ewil û mezin ên gerîlatiyê di vê qadê de girt, îradeya xwe ya ji ava wergirt û bi hêzkirina xwe re vîna kir ji pola û li vir paşnavê Gabar girt. Di pênaseya xwe û nasnameya Gabarê de qonaxeke girîng bû û niha weke Axîn Gabar profîla xwe ya gerîla xêz kiriye û ber bi vê armancê ve dest bi pêşketinê kir. Bi tecrubeyên ku li vir bi dest xistibû vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi giştî di nava xebatên YJA Starê de bi taybetî jî bi çalakiyeke mezin tev li xebatên xwe bû. Di şerê şoreşgerî de ji bo profesyonelbûna gerîla, ked û hewldaneke mezin da. Hevrê Axîn ku bi dilsoziyeke mezin beşdarî van xebatan bû, bû yek ji fermandarên pêşeng ên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ava kir û pêş xist. Hevrê Axîn ku xwest vê zanebûn û ezmûnê li xaka Bakur, li Amedê ya dilê Kurdistanê têxe xizmeta têkoşînê û careke din xwesteka xwe ya ku weke fermandareke fedakar her tim di refên herî pêş de cih bigire nîşan da. Heta sala 2018’an çû Amedê û weke fermandeyekê çû Amedê û heta dema şehîd ket, hewl da van erkên xwe bi rêk û pêk bi cih bîne.

ÎRADEYEK JI POLA, EZÎM Û BIRYARDARÎ

Hevrê Axîn hem di jiyana xwe de, hem di xebata xwe de, hem jî di nêzîkatiya xwe ya li hember hevrêyên xwe de, hevrêyek pir dilnizim û sade û her wiha xwedî hestên dagirtî bû. Ew li her xebat û cihê ku lê diçû, bi hebûn û sekna xwe, xwe dida hîskirin. Ji kêliyên ewil a tevlêbûna têkoşînê ve hate hezkirin û rêzgirtin. Hevrê Axîn di dayînê de bêsînor e, li hember hevrêyên xwe, doza xwe û gelê xwe bi berpirsyariya xwe dizane. Dema mirov ji derve ve lê binêre, di bin rûyê wê yê nazik de, îradeyek ji pola, ezîm û biryardariyek ku ji aliyê hişmendiyê ve hatiye afirandin dibîne. Mîna navê xwe, dilsoz, rast û raşikestî ye. Lê ew jî wek avê aram, zelal û kûr e. Bi van taybetiyên xwe her tim ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya jiyan û hebûnê. Hevrêyek tune ku pê re bimîne û xwe pêşde nebe. Bi her hevrêyekî xwe re yek bi yek eleqedar dibe, guh dide pirsgirêkên wan, hewl dide fêm bike û bibe hêza çareseriyê û têra her kesî bike. Yek ji taybetiyên wê yên herî mezin ên ku balê dikêşe, girêdana wê ya kûr a ji bo têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna wê ya bênavber a di vê mijarê de û rê nedana taybetmendiyên paşverû ye. Hevrê Axîn têkoşer e û di rêgezên xwe de dijwar e. Ji ber ku dizane dixwaze jiyaneke çawa bijî û azadî çawa pêkan e, di vê wateyê de pîvanên qebûlkirin û redkirinê jî zelal e. Mîna ava ku ji kûr ve diherike. Nade hîskirin lê hebûna wê heye. Xwe nade ferqkirin, lê her tim bi te re ye, xuya nake lê her tim li piştê mîna çiyayekî ye. Hevrêyekî ku demekê li gel hevrê Axîn mabû, gotibû, "Eger firîşte mirov bûna, wê hevrê Axîn bibe namzeta yekemîn a vê mîsyonê" û bi vê yekê re balê kişandibû ser taybetmendiyên wê. Ew temsîla jina firîşte ya mînak ku Rêbertî qala wê dike, ye.

Bi rastî her çendî gelek jêhatîbûna wê ya di qadên xebatê yên cuda de hebe jî, taybetmendiyên heyî yên hevrê Axîn her tim ew hiştiye ku li çiya bimîne, di gerîlatiyê de israr bike û wê pêş bixe. Hişmendiya parastina jin û gel kûrtir kir, vebûna wê ya ji nûbûnê re, israra di berfirehkirina taktîkî de, hewldan û giraniya pêşengiya gerîlatiyê li deşt, bajar û çiyayan li ser esasê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û avakirina artêşa jinê kir fermandara lêgerînê. Her çendî bi performansa taktîkî ya ku îro di YJA Starê de zêdetir xwe dide der, di vê kêliyê de li her cih û xebata ku çûye girîngî daye pêşketina jinê û bi xwe jî pêşengtiya wê kiriye. Hevrê Axîn ku heta nefesa xwe ya dawî bi vê astê îddîa, biryardarî û hişmendiyê beşdar bû, ji bo me hevrêyekî pêşeng bû, hevrêyeke xwedî dil û hêza kûr a wateyê bû, çiyayekî ku mirov pala xwe bide û di heman demê de bi nasnameya xwe bû nûnerê vebijarka jiyana azad a jinê. Di vê wateyê de bîranîna wê wê her tim veşarî bimîne û serketina ku em ê bi dest bixin dê bidome.

BÛNE NAVÊ ISRARA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ

Hevrê Egîd û Demhat ku bi hevrê Axîn re şehîd bûn, hevrêyên ciwan ên ku ji hemû bandorên xapînok û qirêj ên pergalê dûr ketine û di têkoşîna rûmetê de azadî û bedewî dîtine. Van hevrêyan li hemberî hemû şert û mercên zexta faşîzmê di nava rêxistinên ciwanan de cih girtine, li dijî êrîşên dijmin yê li ser ciwan û gelên me parastinê kirine û bûne hêza ku hişmendî dide qezenç kirin. Piştî demekê têkoşîna xwe têrker nedîtine û xwestin bi çûna çiyayan şêwazê xwe yê têkoşînê berfirehtir bikin. Bi wê hişmendî û dilî berê xwe dane çiyê, di demeke kûrt de hînê jiyana gerîlatiyê bûne û bûn navê israra berxwedanê ya li dijî êrîşên faşîzmê. Tevlîbûna van hevrêyan a di pêvajoyên bi vî rengî yên bi êş de ku komploya navneteweyî bi konsepteke berfireh ji nû ve dihate jiyîn, tevlîbûna wan a di israra gerîlatiyê de ye. Hevrê Demhat û Egîd bi tevlêbûna xwe peyama "hûn nikarin gerîla biqedînin" dan dijmin û her tim bi vê hişmendiyê beşdar bûne. Dîsa hevrê Rohat Pasûr, zarokê leheng ê gelê Amedê, tevî ku di nava çalakiyên curbecur de bû û beriya ku tevlî bibe hate girtin jî, ji hişmendî û helwesta xwe ya welatparêziyê tawîz neda û bû xwedî seknek ku di her şert û mercî de di nava têkoşînê de weke rûmet dihesiband. Ji sala 2013’an û vir ve tevlî gelek xebatan bûye û bi taybetî jî bi roleke aktîf di pêşxistina xebatên YPS’ê de, ji bo hişyarkirina gel ya di vê mijarê de xebateke xurt daye meşandin. Ji bo ev îdiaya xwe her tim zindî bigire, piştî vegeriya Amedê gelekî xebitî û heta kêliya dawî ya şehadeta xwe têkoşîna xwe domandiye. Her çar hevrêyên me yên ku bi ti awayî serî li ber êrîşên dijwar ên dijmin û bangên teslîmiyetê nedan, mîna nûnerên xurt a ruhê hevrêtiya PKK-PAJK’ê, îradeya fedaî ya Apoyî careke din nîşan dan.

Rêya ku em layiqî Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û gelê xwe yê birûmet bin, tacîkirina şerê gel ê Şoreşgerî bi serketinê ye. Bi vê hişmendiyê em careke din weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê hevrê Axîn Gabar Mûş, Rohat Pasûr, Demhat Setkar û Egîd Berxwedan ku mînakên fermandariya jina azad in, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û ji malbat û gelê xwe yê hêja yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Weke hevrêyên şer ên şehîdên xwe em soz didin ku em ê hesab ji dijmin bipirsin, tola wan hilînin û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin.”