Çalagan: Ji bo xwedîderketina li kongreya me ya mezin em bang dikin

Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan got, "Roj roja xwedîderketina li kongreya me ye mezin e. Em bang li jinan hemûyan dikin ku di 15'ê Cotmehê de tevlî kongreya me ya mezin bibin."

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan, têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist.

Çalagan da zanîn ku îro danê sibê di serdegirtinên malan de endama Meclisa Jinan Hacer Elçîn jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin û got ku ew bi operasyoneke din a çewisandin û tirsandinê ya li dijî hemû kesên muxalîf ku ji bo wekhevî, demokrasî û azadiyê têdikoşin re rû bi rû mane. Çalaganê axaftina xwe wiha domand: “Em bi vê minasebetê careke din diyar dikin ku têkoşîna me ya jinan bi zext, binçavkirin û girtinê nayê astengkirin û em bang dikin ku demildest jinên girtî bên berdan. Ez dixwazim bi bîranîna Jîna Mahsa Emînî ya ku di 16’ê Îlonê de ji aliyê hêzên girêdayî rejîma melayên faşîst ên Îranê ve bi hinceta ku serê xwe baş girênedaye hate binçavkirin û bi îşkenceyê hate qetilkirin, dest bi axaftina xwe bikim. Ez hemû jinên ku li dora felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' bûne yek, silav dikim. Ez kesên ku di karesata lehiyê ya li Lîbyayê û erdheja li Fasê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Çalagan Denîz Bulbul ê di êrişa çekdarî ya li dijî nûnertiya KNK'ê de jiyana xwe ji dest da bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Hêzên tarî yên sala borî li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel qetil kir îro li Hewlêrê ketiye meriyetê. Ji aliyekî hêzên tarî yên paramiliter welatparêzan qetil dikin ji aliyekî din ve jî êrişên bi destên PDK'ê yên li dijî gelê kurd zêde dibin. Hevkariya êrişên li ser destketiyên gelê kurd dike û berjewendiyên xwe dixe pêş berjewendiyên gel. Ev polîtîkaya heta îro bi ser neketiye. Ev kesên van êrişên qirêj pêk tînin wê di rûpelên dîrokê yên tarî de cihê xwe bigirin. Bila neyê jibîrkirin ku her êrişên li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê li dijî têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê kurd e. Tê wê maneyê ku ev kes guhên xwe ji têkoşîna aştî û rûmetê ya dayikan digirin. Ev tê wê manê ku ev kes piştgiriyê didin polîtîkayên şerê qirêj ên li dijî jinên kurd ên tifaqa AKP-MHP'ê. PDK di Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê de êrişî gelê xwe dike, kesên vê tundiyê şermezar dikin jî bi tundiya polîs û leşkerên AKP-MHP'ê rû bi rû tên hiştin. Gelek rêhevalên me yên jin ji ber ev êriş şermezar kirin tundî û zilm dîtin. Em careke din dibêjin wê ne siyaseta hevpar a li dijî destkeftiyên gelê kurd wê têkoşîna me ya azadî û wekheviyê bi ser bikeve. Wê têkoşîna me ya jinan bi ser bikeve.”

Çalagan bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê îşkence li jinan hatiye kirin û wiha pê de çû: “Rêbaza benê berazan li hember girtiyan pêk anîne. Ev kesên vê rêbaza îşkenceyê bi kar tînin hîn di bîra me de ne. Em îro dibînin kesên piştevaniyê didin van li ser kar in. Kesên duh ev îşkence kirin wekî ku tiştek nebibe hatin berdan. Îro dîsa tu ceza li kesên bi heman zihniyetê vê rêbazê dişopînin, nayê birîn. Lê belê jinên girtî yên ev teşhîr kirin hatin sirgunkirin. Hevalên me yên jin ên ku ji bo têkoşîna jinan li berxwe didin û di girtîgehan de ne wê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê nehêlin îşkenceya li jinên girtî hatiye kirin bê nixumandin. Dîsa hefteya borî li Mêrdînê li hember tecawizkaran polîtîkaya bêcezahiştinê di meriyetê de bû. Yek jê cerdevan 3 kesên bi awayekî sîstematîk tecawizî jina 22 salî kirin hatin berdan. Ev nîşan dide ku daraza mêr a ji polîtîkayên zayendperest ên desthilata hêzê digire di meriyetê de ye. Hat nîşandan ku çawa tê parastin.”

Çalagan axaftina wiha dewam kir: “Em ê li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê pergaleke ku bersûc bên cezakirin ava bikin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqê mezin bikin. ‘Qesrên Edaletê’ yên vî welatî li dijî jinan sûc dikin. Ev desthilat dewsa deskeftiyên jinan biparêze dixe nava talûkeyekê.

Îro bi hezaran jin ji bo debara xwe bikin  di nav tundiyê de hewl didin ku bijîn. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê îro dibêje 'Jin nafaqê naxwazin', li ser navê jinan diaxife. Ev tişt tê wateya parastina mêrên sûcdar. Veqetandina jin û mêran dixe nava zehmetiyan û ev rêbaz jî dibe sedem ku jin di nava tundiyê de û girêdayî mêr bijî. Bedela mezin a xizaniyê jin didin û jin bêtir xizan dibin. Em carek din bang li wezaretê dikin ku bila berpirsiyariya xwe bîne cih û bila dev ji dagirkirina destkeftiyên jinan berde. Divê parastinê destkeftî û mafê jinan biparêze.

Desthilatdarî bi ÇEDES'ê pergala perwerdê diguherîne. Bi navê 'Şewirmendiya manevî' mele, muezzin û vaîzan tayînê dibistanan dike û hewl dide ku bi vê projeyê perwerdeya bi zimanê dayikê, laîk, demokratîk û zanyarî ji holê rake. Ji xwe bi hezaran zarok nikarin mafe perwerdê ya wekhev sûdê bigire. Îro ji xwe bi hezaran zarok nikarin bi zimanê xwe ya dayikê perwerdê bibîne. Em ê li her qadê parastina perwerdeya wekhev bikin û ji bo pêşeroja zarok û ciwanan em ê li dijî rejîma yekparêz têbikoşîn.

Me di 8 û 9'ê Îlonê de beriya kongreya mezin konferansa xwe ya jinê pêk anî. Ev konferan bi coş û moraleke mezin pêk hat. Di konferansê de me ji bo dema nû xeta xwe diyar kir. Bi biryarên ku di konferansê de hatin girtin dê di 15'ê Cotmeha 2023'yan de li Stadyuma Enqerê kongreya xwe mezin li dar bixin. Em bang li çapemeniyê û hemû jinan dikin ku bên tevlî kongereya me bibin. Di kongreyê de bibin dengê jinê û li dora partiya xwe bicivin. Têkoşîna azadiya jinê û rêxistinbûna jinê mezin bikin. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' bighînin hemû jinan. Li dijî polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinê xwedî li kongrê derkevin.

Li gel her cure zilmê 'Jin jiyan azadî' bû felsefeya jiyanê. Em ê hemû qadan veguherînin qadên serhildanê. Ev kongre de bibe kongreya serhildanê. Zext, binçavkirin û girtin dê rê li ber temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê nagire û ev tişt xeta me ya mor e. Roj roja xwedîderketina li kongreyê ye. Em bang li jinan dikin ku di 15'ê Cotmehê de tevlî kongreya me bibin. Jin jiyan azadî.”