JIN
Hemû Nûçe
-
Komeleya Nivîskarên Îranê ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe bang kir
Komeleya Nivîskarên Îranê ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatî birîn, bang kir. -
Werîşe Mûradî: Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû
Girtiya siyasî Werîşe Mûradî, bi nameya ku nivîsiye komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û got, “Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû.” -
KJK: Wan Kurdistan e, berxwedan berxwedana azadiya Kurdistanê ye
KJK’ê got, “Divê em qeyûma li şaredariya Wanê hatî tayînkirin weke êrîşa hêzên dijberî çareseriyê bibînin û li hemû Kurdistanê ji bo azadiyê dest bi berxwedanê bikin. Wan Kurdistan e, berxwedan berxwedana azadiya Kurdistanê ye.” -
YPJ: Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya tevahî gel û jinan
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi peyamekî destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe li ser armanca avakirina Sûriyeyê azad û wekhev ku xwe dispêre çareseriya demokratîk mezin bikin û bi awayekî xurttir tevlî pêngava azadiya Rêber Apo bibin -
Ji YJA Starê daxuyaniya 15'ê Sibatê: Em ê li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi israr bin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir ku ew bi biryar in ku dawî komploya navneteweyî bînin û Rêber Apo azad bikin. -
PAJK: Azadiya jinê bi parçekirina sîstema Îmraliyê dibe
PAJK: Em bang li jinên dilxwazên azadiyê dikin ku pêşengiyê ji pêvajoya demokratîk re bikin ku ji aliyê Rêber Apo ve bê destpêkirin û roja qirkirina Kurdan bikin roja azadiya Kurdan, bi vê têgihiştinê dakevin qadan. -
Jinên beşdarî kombexatê bûn: Bê rola jinan wê Sûriye vegere serdema koletiyê
Jinên beşdarî kombetê bûn diyar kirin ku wê li Sûriyeyê zihniyetek azad û demokratîk misoger bibe û gotin, “Azadiya jinan xeta me ya sêyemîn e. Bê rola jinan, Sûriye wê vegere serdema koletî û desthiltdariyê.” -
TJK-E'yê banga tevlêbûna meşa dîrokî ya Strasbourgê kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) banga tevlêbûnê li meşa mezin û dîrokî kir ku 15'ê Sibatê wê li Strasbourgê bi pêşengiya jinan bê kirin. -
Komxebata Hiqûqî ya mafê jinê li Hesekê destpê kir
Komxebata Hiqûqî û Şêwermendiyê ya li ser girîngiya bicihbûna mafên jinê li destûra nû ya Sûriyeyê, li Hesekê destpê kir. -
KJK: Êdî tehemûla me nemaye ku Rêberê me 15’ê Sibateke din di nava pergala Îmraliyê de derbas bike
Koordînasyona KJK’ê, di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de got, “Êdî tehemûla me nemaye ku Rêberê me 15'ê Sibateke din jî di nav pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de derbas bike.” -
Milîsên KBDH'ê agir berdan febrîqeyeke paletan
Milîsên Sema Yuce yên KBDH'ê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Kocaelî-Gebzeyê agir berdan febrîqeya paletan. -
Li Johannesburgê komxebata Jineolojiyê hate lidarxistin
Li bakurê Johannesburgê bi beşdariya Akademiya Jineolojiyê û gelek rêxistin û komên jin komxebata Jineolojiyê hate lidarxistin. -
Ji bo bîranîna şehîd Alina Sanchez li Arjantînê navenda perwerdeyê
Li bajarê Córdoba yê Arjantînê ji bo bîranîna şoreşgera YPJ’ê û femînîst doktor Alina Sánchez, bi navê “Espacio Alina Sánchez” navendeke perwerdeyê ya gel tê avakirin û armanc ew e ku malûvaniyê ji perwerdeya alternatîf û piştevaniya civakî re bike. -
Ji bo Pexşan û Werîşe Muradî, ji Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bang kirin
Zêdetirî 30 rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê banga rawestandina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye dayîn kirin. -
Li Wanê polîsan êrîş birin ser meşê: Jin bi erdê re hatin kişandin
Li Wanê polîsan êrîş birin ser meşê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) wê bi dirûşma 'Jin ji bo azadiyê dimeşin' bihata lidarxistin. -
Aktîvîsta jin ji bo Pexşan û Werîşe li ber girtîgehê çalakî kir
Parazvana mafê mirovan Maryam Sadat piştî ku salekê li girtîgeha Îranê ma, hate berdan. Maryam ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî li ber girtîgeha Evîn a li Tehranê, çalakî kir. -
Teqez wê vîna jin û gelan bi yekîtiyê bi ser bikeve
Teqez divê were zanîn ku serdema yekîtiya gelan hatiye. Ew yekîtiya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo qala wê kiriye wê jiyanî bibe û pergalên desthilatdar dê têk biçin. Serketin wê bibe ya jinan û civaka mirovahiyê. -
Raportora NY’ê banga betalkirina biryara darvekirina Pexşan Ezîzî kir
Raportora Taybet a NY’ê ya Îranê Mai Sato destnîşan kir ku biryara darvekirina Pexşan Ezîzî binpêkirina qanûna mafên mirovan ên navneteweyî ye û bang li rayedarên Îranê kir ku biryara darvekirinê betal bikin. -
Cezayên nû li 27 jinên li Girtîgeha Evîn hatin birîn
Li girtîgeha Evînê ku li paytexta Îran Tehranê bi şert û mercên xwe yên dermirovî navdar e, li 27 girtiyên jin cezayê ‘3 hefte wê ji mafên xwe yên destpêkê bêpar werin hiştin’ hate birîn. Di nava girtiyan de Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî heye. -
Daxwaza jinûve darizandina Pexşan Ezîzî hat redkirin
Parêzerê Pexşan Ezîzî Reîsiyan, anî ziman ku serlêdana jinûve darizandinê ya ji bo girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî hatiye kirin, hate redkirin. -
Encamnameya Kongreya Jinan a li Qamişlo hat eşkerekirin
Encamnameya Kongreya Jinan a Qamşlo hat eşkerekirin. Di encamnameyê de ji bo qadên siyasî, civakî, hiqûqî, aborî û perwerdehî pêşniyar hatin kirin. -
KJK: Şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de hevala Salîha ye!
KJK'ê endama Koordînasyona Kongra Star Salîha Viyan (Hêva Erebo) û endamê PYD'ê Hogir Dirbesiyê (Dilewer Erebo) bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de hevala Salîha ye." -
Ji 44 welatan zêdeyî hezar kes li ber darvekirinê rabûn
Ji 44 wealtan 1200 kes li dijî cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye birîn bang kirin. -
Pervîn Bûldan peyamên Îmraliyê ji girtiyên jin re ragihand
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan serdana siyasetmedarên jin ên li girtîgehên Kandira û Gebzeyê kir. -
Kongra Star: Divê em asta têkoşîna xwe bilind bikin
Kongra Star êrişa li dijî endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo bi daxuyaniyekê şermezar kir û got, "Em bang li tevahî jinan dikin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin."