JIN
Hemû Nûçe
-
'Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan werin parastin'
Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî yên li Rojava Hediya Şemo diyar kir ku divê pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk xala bingehîn be û got: "Wek jinên Êzidî pêwîst e di destûra Sûriyeya nû de mafên jinan werin parastin." -
Cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî hat erêkirin
Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kir. -
Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket
Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket. Di vê hejmarê de giranî ji mijara berxwedanê re û perspektîfên azadiya Rêber Apo re hate dayin. -
Bala jinên ji Tûnis û Fasê li ser Rojava ye
Aktîvîstên jın ên ji Tûnis û Fasê ji ANF'ê re axivin û diyar kirin ku paşeroja Sûriyeyê di nava Rêveberiya Xweser de ye û destnîşan kirin ku sîstemên ku jinê înkar dikin nikarin bi ser bikevin. -
Komxebata şêwreya jinan bi daxuyaniya hevpar bi dawî bû
Komxebata şêwrêya jinan a ku li Hesekê hat lidaxistin bi daxuyaniyeke hevpar bi dawî bû û wiha hat gotin: “Em weke jin însiyatîfê bigirin û ji bo Sûriyeyeke azad û demokratîk têkoşîna hevpar geş bikin.” -
'Di destûra bingehîn û her qanûneke Sûriyeyê de divê cihê jinê hebe'
Ji fermandariya YPJ'ê Rohilat Efrîn bal kişand ser hewldanên cihnedana jinê ya di destûra bingehîn a Sûriyeyê de û destnîşan kir ku li gel destûra bingehîn divê di her qanûneke nû ya Sûriyeyê de cihê jinê hebe. -
'Pêwîste jin di destûra nû ya Sûriyeyê de xwedî rol û mîsyoneke girîng be'
Di komxebata şêwreya jinan de hate diyarkirin ku pêwîste di destûra Sûriyeyê ya nû de jin xwedî rol û mîsyoneke girîng be. -
KJK: Em tevlî meşa mezin a li Parîsê bibin, hesabê komkujiyan bipirsin
KJK'ê bang li Kurdên li Ewropayê û dostên wan kir ku 11'ê Çileyê beşdarî meşa mezin a li Parîsê bibin, bikin ku dewleta Fransayê bi berpirsyariya xwe rabe û hesabê komkujiyên Parîsê yên yekemîn û duyemîn bipirsin. -
Komxebata li ser paşeroja jinan a li Sûriyeya nû li Hesekê destpê kir
Kongra Star têkildarî paşeroja jinê ya li Sûriyeya nû komxebatek li Hesekê lidar xist. -
Şehîdên Parîs û Silopyayê li gelek bajaran hatin bibîranîn
Tevgera Jinên Azad (TJA) jinên têkoşer ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê û 4'ê Çileya 2016'an li Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî. -
TJK-E: Di 9 û 11’ê Çileyê de em ji kujeran hesap bipirsin
TJK-E’yê bi boneya salvegera qetlîamên Parîsê bi dirûşmeya “Kujer diyar e! Fransa çima bêdeng e?” bangawaziya tevlîbûna çalakiyan kir û got “Em ê ji qirkeran hesap bipirsin û bangî Fransayê bikin ku ji hevkariya vî sûcî derkeve.” -
Rohilat Efrîn: YPJ’ê di sala 2024’an de peyama xwe da
Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn diyar kir ku YPJ'ê di sala 2024'an de xwe gihandiye gelek jinên cîhanê û peyama xwe daye wan. Rohilat Efrîn destnîşan kir ku têkoşîna li Bendava Tişrîn û Qereqozaxê rengê berxwedana serdema nû diyar kir. -
Jinên siyasetmedar Sevê, Fatma û Pakîze li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Jinên siyasetmedar Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di sala 2016’an de di qedexeyên derketina dervê ya Silopiyayê de hatibûn qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn. -
Rojnamevanên jin ên Mexmûrê girtina Kompanyaya Gizîngî Berbeyan şermezar kirin
Rojnamevanên jin ên li Mexmûrê girtina Kompanyaya Gizîngî Berbeyan şermezar kirin û ev peyam dan, “Heta ku biryar were betal kirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” -
Li Rojhilatê Kurdistanê 44 jin hatine qetilkirin
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê di sala 2024’an de herî kêm 152 zilam û 4 jin hatine darvekirin û zor li 97 jinan jî hatiye kirin ku xwe bikujin. -
Talîbanê vê carê pace li jinan qedexe kir
Rejîma Talîbanê li Efganistanê pêkanîneke nû a dijminahiya xwe ya li hember jinê zêde kir. Vê carê jî paceyên odeyên ku jin lê ne û li aliyê derve dinêrin, qedexe kir. -
Rapora KCDP’ê: Di sala 2024’an de herî kên 394 jin hatin qetilkirin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku di sala 2024’an de herî kêm 394 jin hatine qetilkirin. -
Rojnamevanên jin ên ji Başûrê Kurdistanê piştgirî dan Gizingî Berbeyan
Rojnamevanên jin ên ji Başûrê Kurdistanê girtina Şîrketa Produksiyonê ya Gizingî Berbeyan şermezar kirin. Ji bo rojnamevanên jin banga piştevaniyê hate kirin. -
TAJÊ êrîşên li dijî saziyên jinan şermezar kir
TAJÊ bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî saziyên jinan yên li Silêmaniyê şermezar kir û bal kişand ser têkoşîna hevpar. -
Newaya Jin: Şehîdên Parîsê sonda me ya azadiyê ne
Rojnameya mehane ya jinan ya ku li Ewropayê weşanê dike Newaya Jin, hejmara yekemîn a 2025’an ji bo mijara Komkujiyên Parîsê veqetand. -
YRJ’ê li dijî girtina saziyan banga xwedîderketinê li rojnamevanên jin kir
YRJ’ê, li dijî girtina saziyên jinan ên li Silêmaniyê nerazîbûna xwe raber kir û banga xwedîderketinê li rojnamevanên jin kir. -
MKG: Hûn nikarin dengê rojnamevanên jin qut bikin!
MKG’ê derbarê girtina şîrketa Kompanya Gizingî Berbeyan Medya Produksiyonê nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Ji Gurbeteliyan heta Gulistanan, ji Denîzan heta Hêroyan, Cîhanan têkoşîna me ya heqîqetê dewam kiriye.” -
KBDH: Em Şoreşa Jinan biparêzin
Konseya Giştî ya KBDH’ê, ji bo îsal bibe sala mezinbûna destkeftiyên Şoreşa Rojava, têkçûna dagirkeran û biserketina têkoşîna azadiya jinan bang li her kesî kir ku di nav berxwedanê de cih bigire. -
Serdegirtina li ser navenda RJAK’ê: Bila biryara girtinê were betal kirin
Li Silêmaniyê tîmeke asayîşê bêyî biryara dadgehê bi ser navenda Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) girtin û navendê girtin. RJAK’ê bang li rayedaran kir ku biryarê betal bikin. -
YPJ’ê: Şervana me Yildiz Çiya şehîd bû
YPJ’ê, ragihand ku şervana wan Yildiz Çiya di berxwedana Pira Qereqozaxê de şehîd bûye.