KBDH: Em Şoreşa Jinan biparêzin
Konseya Giştî ya KBDH’ê, ji bo îsal bibe sala mezinbûna destkeftiyên Şoreşa Rojava, têkçûna dagirkeran û biserketina têkoşîna azadiya jinan bang li her kesî kir ku di nav berxwedanê de cih bigire.
Konseya Giştî ya KBDH’ê, ji bo îsal bibe sala mezinbûna destkeftiyên Şoreşa Rojava, têkçûna dagirkeran û biserketina têkoşîna azadiya jinan bang li her kesî kir ku di nav berxwedanê de cih bigire.
Konseya Giştî ya Şoreşa Yekgirtî ya Jinan (KBDH), bi daxuyaniyeke nivîskî banga mezinkirina têkoşîna li dijî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ku li Rojhilata Navîn şênbertir dibe, kir.
Daxuyaniya KBDH’ê bi vî rengî ye:
“Rêgeza yekemîn a kapîtalîzmê, bidestxistina sermayeya ku ji keda heqê wê nehatî dayîn û dîsa berdewamkirina çerxa kedxwariyê bi bikaranîna vê sermayeyê ye. Li dinyayê her tiştek bûye amûrê kedxwariyê. Hemû parzemînên cîhanê, deryayên wê, hewa û ava wê bûn parçeyên pêvajoya xwe jinûve avakirina kapîtalîzmê.
Di çaryeka yekemîn a sedsala 21’ê de, NATO/ABD, Elmanya, Îngîltere û Fransa yek alî ne û li hember wan çîna ku mezin dibe û qada xwe ya hegamonyayê berfirehtir dike û Rûsyaya ku xwedî çavkaniyên madeya xav û kapasîteya teknîka leşkerî wek blokeke din a pozîsyona şerê cîhanê yê emperyalîst girtine.
Li Rojhilata Navîn jî girêdayî nakokiyên di navbera emperyalîstan de şerên jinûveparvekirê diqewimin. 27’ê Mijdarê, ji bo ‘avakirina Sûriyeya nû’ dest bi kar kirin. HTŞ’ya faşîst û cîhadîst bi piştgiriya bloka diyonîst û emperyalîst piştî ku Heleb, Hema û Hûms bi dest xist berê xwe da Şamê. Li Sûriyeya ku qada nû ya parvekirinê ya blokên emperyalîst e, serdemek hat girtin.
Li aliyê din bi pêşengiya YPJ’ê, ji aliyê artêşa parastina şoreşê YPG-QSD’ê li dijî çeteyên dagirker û dijminên jinan berxwedaneke qehremanî tê dayîn. Dewleta Tirk dixwaze Kobanê dorpêç bike û dagir bike. Ev armanca wan li Qereqozax-Tişrînê hat şikênandin.
Em bang li hemû gel, jin û ciwanên xwe dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de şoreşa jinan biparêzin. Em şoreş û destkeftiyên jinan bi îradeyeke hevpar biparêzin. Em li dora şoreşa jinan a Rojava bibin yek û hêz, deng û hebûna xwe biparêzin.”