Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket
Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket. Di vê hejmarê de giranî ji mijara berxwedanê re û perspektîfên azadiya Rêber Apo re hate dayin.
Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket. Di vê hejmarê de giranî ji mijara berxwedanê re û perspektîfên azadiya Rêber Apo re hate dayin.
Hejmara destpêkê ya sala 2025'an a Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi dirûşma 'Em bi rengê Sara li bre xwe bidin, komployê parçe bikin, bi Rêber Apo re bibin hevrê' derket.
Di hejmara Çile-Sibatê ya kovarê de mijarên berxwedan, komploya navneteweyî û komkujiyên Parîsê hatin nirxandin.
Di mijara berxwedanê de kovarê bal kişand ser perspektîfên Rêber Apo û rê û rêbazên sala azadiyê ji bo jinên ciwan.
Di kategoriya dosyayê de jî nivîsa Dilzar Dîlok a bi sernavê "Dayika ronahiyê hevrê Sara xwedawendeke ku rêya me ronî dike" û nivîsa Raperîn Mûnzûr a bi sernavê "Jiyana li ser rêbaza Rêbertî jiyana azad e" hatein weşandin. Di beşa portreyê de jî qala şehîd Nûjiyan Erhan hate kirin.
Di kategoriya Jineolojiyê de kovara jinên ciwan a welatparêz nivîsa Çîgdem Dogû ya bi sernavê "Jinên ciwan bi jineolojiyê dibin a xwe" û di kategoriya Pênûsa Jinê de jî nivîsa Roşan Semsûr a bi sernavê "Sala me ya ciwan pîroz be" hate weşandin. Di kategoriya Çand û Hunerê de nivîsa "Çanda berxwedana Zapê" hate weşandin.
Kovar ji van malperan dikare bê peydakirin: