Li Rojhilatê Kurdistanê 44 jin hatine qetilkirin

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê di sala 2024’an de herî kêm 152 zilam û 4 jin hatine darvekirin û zor li 97 jinan jî hatiye kirin ku xwe bikujin.

Komeleya Mafên Mirova a Rojhilatê Kurdistanê, di rapora xwe ya sala 2024’an de ragihand ku 4 jê jin 156 kes hatine darvekirin. Li gorî raporê,  30 jê jin giştî 586 kes hatine girtin û ji 132 kesan re bi tevahî 398 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn. 

Komeleyê di rapora xwe de da zanîn ku di sala 2024’an de 97 jin û 156 zilam bi tevahî 253 kesan di encama bûyerên cuda de jiyana xwe ji dest dane û ragihand ku 106 zilam û 47 jin bi tevahî 153 kes hatine qetilkirin. 

Komeleya Mafên Mirovan bal kişand ser zexta dewletê ya li ser rêxistinên civakî û çapemeniyê û diyar kir dibe ku bilançoya rastîn girantir be.