Bala jinên ji Tûnis û Fasê li ser Rojava ye

Aktîvîstên jın ên ji Tûnis û Fasê ji ANF'ê re axivin û diyar kirin ku paşeroja Sûriyeyê di nava Rêveberiya Xweser de ye û destnîşan kirin ku sîstemên ku jinê înkar dikin nikarin bi ser bikevin.

KOMXEBATA PIŞTEVANIYA JINÊ

Aktîvîsta mafên mirovan a ji Tûnisê Umeyma El Cebenuni û endama Yekîtiya Jinan a Sehrewi ya Fasê Mina Aba Ali ji ANF'ê re axivin. Aktîvîstan di axavtinên xwe de li ser rewşa jinên Sûriyeyî û jinên li herêmên Rêveberiya Xweser nirxandin kirin.

Umeyna El Cebenuni bal kişand ser raperîna li welatê wan ku bi guhertina rêveberiyê bi encam bû û got, "Armancên me yên li ser guhertina siyasî ya bi şoreşên civakî û çandî yên li welatên Ereb bû sedem ku ev şoreş ber bi esasên mafên mirovan ve bi rê ve biçe. Hin derdoran hewl dan ku vê şoreşa ji bo daxwazên gelan destpê kir ber bi aliyekî cuda ve bikişînin, lê belê nekarîn ji xeta wê dûr bixînin." Umeyma El Cebenuni got, dema ku ew bala xwe didin ser rastiya civakî, dibînin ku baweriya bi azadî û wekheviya jinê nîne û bi vî rengî dewam kir, "Ev pirsgirêk ne tenê ya Sûriyeyê ye, pirsgirêka civakên cîhanê ye. Lê belê rastiyeke bi vî rengî jî heye; çi di nava şoreşên rizgariya neteweyî çi jî di nava şoreşên guherîna demokratîk de jin di nava gelek şoreşan de bi roleke mezin û bi bandor rabûn, di avakirina saziyên cemaweriyê û dewletê de kedeke mezin dan."

DIVÊ JIN DI MECLÎSA SÛRIYEYÊ DE HEBIN

Umeyma El Cebenuni anî ziman ku di nava kesayetên wan civakan de yên ku ji sala 2011'an û vir ve serî hildane piştevanî heye û di vê mijarê de serhildana gel a li Tûnisê weke mînak nîşan da. Umeyma El Cebenuni got, "Li Tûnisê tevgerên xurt ên civakê û mafên mirovan hebûn û rengê sivîl ji destûra bingehîn re hatibû dayin. Bi taybetî di nivîsandina xala 46'an a destûra bingehîn a Tûnisê de ku wekheviya jin û mêr destnîşan dike, mirov dikare hêza van tevgeran bibînin." Umeyma El Cebenuni anî ziman ku xala navborî heta sala 2024'an di meriyetê de bû, lê belê piştre nekarî bê parastin û got, "Me ev ders ji vê yekê wergirt, mafên jinan jî di nav de hemû maf di destûra bingehîn de bêne nivîsandin û bicihanîn jî tenê bi biryardariyê dikarin bêne parastin. Di vê çarçoveyê de hebûna jinan li meclîsa Sûriyeyê ya bê hilbijartin, ji bo azadiya jinê wê bibe esas û di pêkanîna azadiya jinê de xwedî roleke mezin be."

DI DESTÛRA BINGEHÎN A SÛRIYEYÊ DE DIVÊ HÊZ BIN

Umeyma El Cebenuni ragihand ku jinên Sûriyeyê bi tecrûbeya xwe bûne xwedî hêz û got, "Jin bi tecrûbeyên xwe yên li qadên aborî, civakî, siyasî û hiqûqî di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de divê hêz bin. Divê mafên jinan bi qanûnan bêne destnîşankirin ku dewlet neçar bimîne mafên jinan biparêze. Li Sûriyeyê mifteya çareseriyê bi qebûlkirina hemû pêkhateyên çandî, siyasî û neteweyî ya civakê dibe. Eger yek fikir, feraseta rêveberiyê ya yek kesî û polîtîkayên înkarê yên li welêt bûn sedema serhildana şoreşê careke din di rêveberiya nû de bi cih bêne anîn, ev rêveberî wê mehkûmî têkçûnê be."

RÊVEBERIYA XWESER SERKETINA XWE ISPAT KIR

umeyma El Cebenuni li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got, "Tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî avaniyeke welê ye ku hemû pêkhateyên civakê, mezheb, bawerî û etnîsîteyan di nava xwe de vedihewîne. Ev modela ku weke tecrûbeyeke pêşeng tê dîtin, di her karî de ji bo her kesî serketina xwe ispat kiriye. Xaka Sûriyeyê parastiye, li ser bingeha feraseta neteweyî hemû pêkhate li dora xwe civandiye. Her pêkhate jî piştgiriyê dane serketina vê tecrûbeyê. Bi vî rengî ji bo gelên Sûriyeyê weke modela çareseriyê ya paşerojê tê dîtin. Têkoşîna li hemberî binpêkirina mafên jinan weke projeyeke neteweyî ya ku yekîtiya Sûriyeyê diparêze dikare bi ser bikeve. Pirsgirêkên rizgariya neteweyî ji mafên mirovan cuda nikare bêne nirxandin. Her kes pê zane bê li ser rêya azadî û rizgariyê rola jinan çiqasî girîng e."

DIVÊ MAF BÊNE PARASTIN

Mina Aba Ali jî anî ziman ku piştî hilweşîna rejîma Baasê di nava civaka Sûriyeyê de hêviyên li ser azadî, pirrengî, aramî û baweriyê zêde bûn û got, "Her hikumet divê xwedî wan polîtîkayan be ku mafên jinan, hindikahiyan û azadiya wan ewle bike, ji bo hemû Sûriyeyiyan vê yekê bike."

Mina Aba Ali destnîşan kir ku jinên Sûiryeyî divê karibin xwe li gorî bûyerên li welêt bi rêxistin bikin, zanibin ku nîvê civakê ne û li ser vê bingehê hebûna xwe bidin qebûlkirin.