YPJ’ê: Şervana me Yildiz Çiya şehîd bû
YPJ’ê, ragihand ku şervana wan Yildiz Çiya di berxwedana Pira Qereqozaxê de şehîd bûye.
YPJ’ê, ragihand ku şervana wan Yildiz Çiya di berxwedana Pira Qereqozaxê de şehîd bûye.
Fermandariya Giştî ya YPJˈê der barê şehadeta şervana YPJˈê Yildiz Çiya (Dilvîn Mihemed) de daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Şoreşa Jin a Rojava, di şexsê jinên ciwan ên ku hemû hêviya xwe di nava refên YPJ’ê de dibînin, gav bi gav bi berdêlên giranbûha destkeftiyên mezin qezenc dike. Dewleta Tirk li dijî heremên me bi armanca têkbirina îradeya gelan êrîşên plankirî dide meşandin. Lê berxwedaniya ku ji destpêka meha Kanûnê ve bi taybet li eniyên Qereqozax û Bendava Tişrînê tê raberkirin, biryardariya jinan a parastina şoreşê nîşan dide.
Şervanên YPJˈê di eniyên herî pêş de bi bawerî û sekneke wêrek cihê xwe di çeperên parastina welat de digirin. Hevrêya me Dilvîn Mihemmed bi nasnav Yildiz Çiya jî yek ji wan jinên wêrek bû ku di eniyên Qereqozaxê de bi hêrsa tolhildana sedsalê bersiva êrîşên dagirkeriyê da.
Hevrêya me Yildiz Çiya li bajarê Kobanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Çanda welatparêz a malbatê di têşe girtina kesayeta hevrê Yildiz de risteke diyarker dileyîze. Bavê hevrê Yildiz jî di 25ˈê Hezîrana 2015’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin û komkujî pêkanîn, di wê komkujiyê de şehîd bû. Gelê Kobanê li hemberî DAÎŞ’ê berxwedaniyeke mezin raber kir û cihê xwe di dîroka azadiya gelan de girt.
Berxwedaniya ku li Kobanê hate jiyîn, fikrê Rêber Apo û naskirina jiyana şoreşgerî weke jineke ciwan di hilbijartinên hevrê Yildiz de lêgerînên azadiyê xurt kir. Hevrêya me Yildiz di sala 2021’an de tevlî nava refên YPJ’ê bû. Îdealên bilind ên jiyana azad ji bo xwe kirê bingeheke esasî ya têkoşînê. Di demeke pir kurt de fêrî jiyana şoreşgerî bû û ji bo ku bikaribe li hemberî êrîşên dijmin ên ku tunekirina gelan armanc dike, bibe bersiv xwe di warê bîrdozî û leşkerî de perwerde kir. Weke şervaneke YPJ’ê di warê leşkerî de gihîşt zanebûna taktîkên demê û bi rola peşengiyê rabû. Hevrê Yildiz di nava jiyanê de bi sekna xwe ya dînamîk ji bo hawirdora xwe bû çavkaniya moralê. Ji dil tevlîbûn, xwe ji bo hemû erk û berpirsiyariyên şoreşê amade kirin di kesayeta hevrê Yildiz de xwe şênber kiribû.
Hevrê Yildiz dema êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê li ser herêmê zêde bûn, bi daxwaz û pêşniyarên xwe derbasî eniya Qereqozax bû. Ji bo rê nede dagirkeran çek û rextê xwe rakir û bi dilwêrekiyeke mezin parastina axa xwe kir. Bi vî ruhî qehreman û heta dawiyê fedakar di eniyên berxwedanê yên Qereqozaxê de cihê xwe girt û di dîroka 29’ê Kanunê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Weke Yekîneyên Parastina Jin em diyar dikin ku soza me ji şehîdên me re tolhildana me ye. Em di serî de ji bo malbata hêja a hevrê Yildiz, sersaxiyê û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Wê şer û berxwedana me ya di oxira azadiyê de bê navber bidome."
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Dilvîn Mihemmed
Nasnav: Yildiz Çiya
Navê Dayik: Şemse
Navê Bav: Îzedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 29.12.2024/Qereqozax.