Rapora KCDP’ê: Di sala 2024’an de herî kên 394 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku di sala 2024’an de herî kêm 394 jin hatine qetilkirin.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), Federasyona Femînîstên Ciwan û Meclîsên Jinan li Navenda Çandê ya Zûbeyde Ana ya li Beşîktaşa Stenbolê, têkildarî qetilkirina jinan û mirina bi guman a di sala 2024’an de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Gelek jin beşdarî civîna çapenemiyê bûn. 

Beriya ku rapor were eşkerekirin Nûnera Meclîsên Jinan a KCDP’ê Esîn Îzel Ûysal di civînê de axivî got, “Yek ji pirsgirêka herî mezin a civakî kuştina jinan e.’’

Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm têkildarî raporê axivî û diyar kir ku qetilkirina jinan a ji aliyê mêran ve rastiyek e ku hewl tê dayîn bê paşguhkirin û got: ‘’Em ê encamên derketina ji Peymana Stenbolê, pêkanîna polîtîkayên malbatê û nepêkanîna xala 6284’an parve bikin. Di sala 2024’an de 394 jin hatine qetilkirin û 259 jinan bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Me hişyarî da hikûmetê ku bi polîtîkayên malbatê wê zêdetir jin bên qetilkirin û ev encamêm wan polîtîkayan e. Jin tên kuştin û ev ne tesadufî e. Ji sedî 71'ê jinan di nava malbatê de û ji sedî 42 jî ji aliyê mêrên xwe ve hatine qetilkirin, hûn behsa parastina kîjan malbatê dikin? Ji sedî 57'ê jinan li malê hatine kuştin. Ger dewlet bixwaze ji bo rawestandina kuştina jinan bibe îrade, divê pêşî li çekdarkirina takekesî bigire."

Fîdan Ataselîm, piştre bal kişand ser 259 mirinên bi guman ên ku di bin navê "întîxarê" de hewl tê dayîn bên veşartin û wiha got: "Dozger, dadger û polîs nikarin wan wek întîxar bi nav bikin, her yek ji wan tê wateya jiyana zaroka jinê.  Em dipirsin ka çi hatiye serê Gulîstan, Narîn, Rojîn. Bila hikûmetên we yên bi vî rengî hilweşin. Dibêjin jin dê li malê bimîne, bibe dêya zarokan û bibe kevaniya malê. Kevanîbûn ji bo bêkarhîştîna jinan hatiye afirandin. Kevaniya malê kî ye? Jin dê nebin makîneyên we yên zayînê, lênêr û koleyên we. Me  6284 nivîsand û me got em ê pêk bînin û me dest bi seferberiyê kir. Dema ku em vê hewldanê dikin, dibin sedem ku kuştina jinan zêde bibe. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir di sala 2022’an de 284, di sala 2023’an de 309, di sala 2024’an de jî 274 kuştinên jinan pêk hatîne. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, kuştin zêde dibin. Gotinên manîpulatîf ku dibêjin kuştina jinan kêm derew e. Lê em jî ne tenê tên kuştin, em xwe bi rêxistin jî dikin."

QETILKIRINA ZAROKAN

Ji Federasyona Femînîstên Ciwan Guneş Fadîme Akşahîn jî axivî û wiha got: “Kuştina jinan ne tesaduf e, ji ber polîtîkayên AKP’ê pêk tê. Hikûmet hêza xwe ji bo berjewendiyên mêran û li dijî jinan bi kar tîne. Îsal behsa polîtîkayên malbatê kirin. Hejmara jinên ku ji aliyê bavê xwe ve hatine qetilkirin zêde dibe. Ji sedî 75'ê jinan di nava malbatê de hatine kuştin. Di sala 2023'an de hejmara zarokên keç ku ji aliyê bavê xwe ve hatine qetilkirin 5 bû, îsal jî 19 jin ji aliyê bavê xwe ve hatin qetilkirin. Tişta ku hat serê xuşka me Narînê, nîşan dide ku malbat ne cîhek baş in. Hikûmet neçar e ku bişopîne ka zarok li malê çi dijîn. "

‘EM Ê BI TÊKOŞÎNÊ WEKHEVIYÊ DABÎN BIKIN’

Guneş Fadîme Akşahîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser qetlkirina jinan a ‘biguman’û ev yek anîn ziman: “Wezaret li wargehan bernameya perwerdehiya beriya zewacê dide. Em ê bernameyên we yên perwerdehiyê û polîtîkayên malbatê pûç bikin û bavêjin. Derdê jinan ne zewac e û ne jî tenê xwedîderketina li zarokan e. Em nifşekî xwedî perspektîfa wekhevîxwaz in û ala azadiyê hildigirin. Bila rêya me vekirî û têkoşîna me her û her bijî."