MKG: Hûn nikarin dengê rojnamevanên jin qut bikin!

MKG’ê derbarê girtina şîrketa Kompanya Gizingî Berbeyan Medya Produksiyonê nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Ji Gurbeteliyan heta Gulistanan, ji Denîzan heta Hêroyan, Cîhanan têkoşîna me ya heqîqetê dewam kiriye.”

Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) derbarê girtina şîrketa Kompanya Gizingî Berbeyan Medya Produksiyonê ku li bajarê Silêmaniyê ji bo Jin TV’yê bernameyan çêdikir û xebatkarên wê hemû jin bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hevkariya hêzên asayîşê, hikûmeta navendî ya Iraqê, hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û saziyên ewlehiyê yên herêmê di 31’ê kanûnê roja dawîn a salê da bêyî ku sedema qanûnî were destnîşankirin û agahdarkirineke fermî bê kirin şirket hat girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şîrketa ku 7 sal in li herêmê xebatên xwe dimeşîne bûye dengê jinan û ev tişt hatin gotin: "Şîrket ji bo JIN TV ku yekem televîzyona jinan e bernameyan çêdike. Produksiyonê ji Hewlêrê heta Silêmaniyê, ji Kelarê heta Duhokê û li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê gihîşt jinan û rastiya jinên ku tên şewitandin aşkera kir. Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bi girtina şîrketa hilberînê dixwazin rê li ber derxistina holê ya rastiyan bigirin. Em wek MKG careke din piştgiriya xwe ji bo şîrketa hilberîna Kompanya Gizingê Berbeyan radigihînin û bang li rayedaran dikin ku di zûtirîn dem de ji vê biryarê gav paşde bavêjin. Hûn nikarin dengê rojnamevanên jin qut bikin. Ji Gurbetelliyan heta Gulistanan, ji Denîzan heta Hêro û Cîhanan têkoşîna me ya heqîqetê dewam kiriye, dewam dike û wê dewam bike.”