Kongra Star ji bo pêşeroja jin di nav zagonên nû yê Sûriyeyê de cih bigirin bi beşdariya 500 delgeyan li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebata şêwrê ya jinan li dar xist. Ji pêkhateyên Suryan, Kurd, Ereb, Elewî û Ermenî, gelek jinên ji derveyî Sûriyeyê, Heleb, Humus, Sahil, Siwêda û Şamê yên nikarîbûn beşdar bibin bi riya zoomê tevlî komxebatê bûn û nêrîna xwe anîn ziman. Komxebata şêwrêya jinan bi daxuyaniya hevpar bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya ku bi çalakiyên azadiyê yên gelan û jinan di sala 2011'an de li Rojhilata Navîn destpê kir, bi pêşketinên çend mehên dawî re derbasî qonaxeke nû bû. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava şerên 13 salan li ser axa Sûriyê rû dane, encamên herî giran jinan jiyan kirin û wiha hat gotin: “Di nava vê demê de ji destdirêjiya li jinan heta li bazaran firotina jinan, ji serjêkirina mirovan heta tinekirina mîrasa dîrokî-çandî sûcên giran ên şer hatin kirin. Bi saya têkoşîn, berxwedan û fedaîtiya Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Rêvan Kobanê, Jiyan Tolhildan, Sosin Bîrhat, Seada, Hind, Qemer, Şamîram xabûr, Wîdad Yunan, Elerya Yaqûb û jinên ku hîna di tunelên şer de li ber xwe didin, bi fedaîtiya van jinan DAÎŞ û hêzên dagirker têk çûn.
DESTKETIYÊN JINAN BI HEVPEYAMANA CIVAKÎ HATIYE MISOGERKIRIN
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Bi dayîna berdêlên ew çend giran, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke nû ya xwe dispêre neteweya demokratîk hat afirandin. Di vê sîstemê de jin ji xweparastinê heta siyasetê, ji çand û hunerê heta aboriyê, ji sîstema edalet û perwerdeyê heta ekolojiyê li her qadê rêxistinkirî misoger kiriye. Ev pergala rêxistinî ya ku ji aliyê jinan ve hatiye avakirin û ji vê jî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hêz û îlham jê digirt, wek şoreşa jinê binavkirin. Jinan destketiyên xwe bi hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi misoger kirin. Niha jî em weke jin dest bi xebatên amadekirina hevpeymana civakî ya jinan dikin ku ev weke gaveke misogeriya pergala jinan û azadiya jinan zêdetir bike û bi vê yekê em dixwazin destkeftiyeke nû li van destkeftiyan zêde bikin.”
PÊWÎSTE XEBATÊN BIBANDOR BÊN MEŞANDIN
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ruxmî êrîş û gefan jî perspektîfa Neteweya Demokratîk xist meriyetê û wiha pêde çû: “Ji bo ev sîstema ku serkeftina wê îspat bûye belavî tevahî Sûriyê bibe pêwîste bi lezgînî xebatên bi bandor bên meşandin. Piştî rejîma BAAS’ê, careke din hewldanên avakirina dewleteke unîter, navendî hene ku tê de mafên jinan û gelan nas nekin, bawerî û çandên cuda di bin tehdîtê de bin. Di rewşeke wisa de wê derî li şer û aloziyên nû vebe. Berdêlên ku me dane, êşên ku me jiyane, siberoja bi milyonan mirovên ku hatine koçberkirin û tehlûkeya ku jin û gelên li herêmê dijîn bi taybetî dike ku jin bi rengekî çalaktir tevlî vê pêvajoyê bibin.
DIVÊ JIN JI BO SÛRIYEYEKE AZAD ÎNSIYATÎFÊ BIGIRIN
Bihara gelan a li Rojhilata Navîn ancax bi azadiya jinê pêk were. Em weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn felsefeya Jin Jiyan Azadî veguheriye û bûye sîstem, em bang li hemû jinên li Sûriyeyê dikin. Em dibêjin, em weke jin însiyatîfê bigirin dest û ji bo Sûriyeyeke azad û demokratîk têkoşîna hevpar geş bikin. Li dijî polîtîkayên qirker û şer ên desthilatdariya mêr em xwe biparêzin û bi destê jinan Sûriyeya nû ava bikin.
Biryarên hatine girtin wiha hatin rêzkirin:
“1-Deklerasyona ji aliyê Meclisa Jinên Sûriyeyê ve hat îlankirin ji bo piştgirîkirin û jiyanî bibe divê bi awayeke çalak di pêkanîna wê de rol were lîstin.
2-Meşandina xebatên bi bandor ji bo misogerkirina maf û azadiya jinan ku di hevpeymana civakî ya Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye misogerkirin ji bo destûra nû ya Sûriyeyê esas were girtin.
3-Hemû herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin vegerandin û koçberên van deran cardin vegerînin ser cih û warên wan.
4-Di demeke kin de hevpeymana civakî ya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê temamkirin û îlankirin.
5-Bi nûneratiya pêwîst ji jinên hemû gel, bawerî û çandên li Sûriyeyê dijîn beşdarbûna %50 ji jinan di kongreya niştimanî ya ku tê plankirin ji bo avakirina sîstemeke nû li Sûriyeyê were lidarxistin.
6-Di hikûmeta demkî de tevlîbûna jinên ku îradeya jinê temsîl bikin.
7-Jin di komîteya nivîsandina destûra bingehîn de cih bigrin.
8-Di mijara mafên jinan de ti sînordarkirinan re destûr neyê dayîn.
9-Destwerdanên li ser karkirin, perwerde, mafên ger û geşt, şêweyê jiyanê û kincên jin neyên kirin da ku karibin bi vîna xwe bijîn.
10-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê weke misogeriya azadiya jinê were dîtin.”