Newaya Jin: Şehîdên Parîsê sonda me ya azadiyê ne

Rojnameya mehane ya jinan ya ku li Ewropayê weşanê dike Newaya Jin, hejmara yekemîn a 2025’an ji bo mijara Komkujiyên Parîsê veqetand.

NEWAYA JIN

Di hejmara vê mehê ya rojnameya Newaya Jin de Çîgdem Dogû, Rûşen Samsat, Haskar Kirmizigul, Denîz Omurcan, Mazda Marya, Medya Botan, Rojbîn Denîz, Denîz Nudem, Zeryan Bîlgîn, Bişeng Sara, Hevî Amed bi nivîsên xwe hedefa komkujiyên Parîsê û biyografiya şehîdên Parîsê nivîsîn.

ESALETA ŞOREŞGER

Endama Desteya Rêveber a KCK’ê Çîgdem Dogû bi nivîsa xwe ya “Esaleta Şoreşeger: Sakîne Cansiz” behsa yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz kir ku di sala 2013’an de li Parîsê hat qetilkirin. Dogû destnîşan kir ku Cansiz tovên şoreşa jinan reşandin û bû efsaneyek. Wê Sakîne Cansiz weke “Lêgerîna xweşikiya bêkêmasî, enerjiyeke bêserûbin, hunermendeke pispor a têkiliyan û şerkereke yeman” pênase kir. Hêvî Amedê jî diyar kir ku rêgeza şer a Sakîne Cansizê îro li Rojava didome. 

RÛYÊN CIWAN ÊN RONAHIYÊ: ROJBÎN VE RONAHÎ

Denîz Omurcan jiyana têkoşînê ya Fîdan Dogan( Rojbîn) ku bi Sakîne Cansiz re hat qetilkirin, nivîsî. Parçeyek ji nivîsa Omurcan wiha ye: “Edî dirûşmeya ‘Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin, Jiyan, Azadî’ ji dirûşmeyekê wêdetir soza azadiyê ye. Destanek e ku bi Evînên berxwedêr didome.”

Mazda Marya û Bişeng Saryayê jî behsa lêgerîn û hevnasîna wê ya bi têkoşîna azadiyê re ya Leyla Şaylemez-Ronahiyê kir, ku ew wek jineke ciwan a Kurd ku li Ewropayê mezin bûye. 

RÊBAZA ŞER A SERDEMA NÛ

Ji nivîskarên rojnameyê Rûşen Samsatê bi nivîsa xwe ya “Rêbaza şer a serdema nû û Komkujiyên Parîsê” bal kişand ser pergala kapîtalîst ku êdî bêyî hewcedariya argumaneke lîberal û hiqûqê, bi avaniyên kontra û paramîlîter bi operasyonan şerekî bi rê ve dibe. Her wiha diyar kir ku roj bi roj hedefgirtina Tevgera Jinên Kurd jî encama vê rebaza şerî ye. 

JINÊN KU PERGALÊ DITIRSÎNIN

Haskar Kirmizigul jî ji Meksîkayê heta Hindistanê, ji Maltayê heta Afrîkaya Başûr bi giştî li ser xalên hevpar ên jinên hatine qetilkirin sekinî. Kirmizigul dibêje ku “divê em ji pirsa'kengî, li ku derê û çawa' yê zêdetir li ser sedema qetilkirina wan bisekinin. Dewleta baviksalar û kapîtalîzm ji van jinên wêrek gelek ditirse. Wekî jiyana wan mirina jinan jî banga têkoşînê dike.”

Medya Botan jî got ku têkoşîna ku bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî”yê bi rê ve dibin wê qetlîaman ronî bike. 

DEWRÊŞA TÊKOŞÎNÊ: EVÎN

Jinên li Parîsê behsa Evîn Goyiyê kirin ku di malên xwe da mazûvaniya wê kirin û bûn şahidê hişmendî û bendîtiya wê ya têkoşînê. Jinan gotin “Wê bi dilnizmiya xwe di dilê me de cih girt, ew wekî Dewrêşa têkoşînê bû." Şaredara Herêma 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebardê jî di hevpeyvîna xwe ya dayî Newaya Jinê de ji bo zelalkirina komkujiyan daxwaza rakirina astengiya “sirra dewletê” kir.

ÇÎROKA NIVÎSANDINA TÊKOŞÎNÊ

Rojnameyê cih da daneheva ji pirtûka “Jiyana min tim şer bû” ya Sakîne Cansizê. Di beşa behsa pêvjoya destpêka nivîsîna pirtûkê de Cansiz dibêje "Bêguman nivîsandin coşa di hestan, hembêzkirina jiyanê di nava şer û têkoşînê de ye. Ez difikirim û di encamê de biryar didim ku jiyaneke ku bi qasî ku nikare di nav tu qalibî de bê bicihkirin bi hemû şaneyên xwe ji nû ve dijîm, hîs bikim û xwe bigihînim hemû aliyên wê."

Denîz Nûdem bi nivîsa xwe ya “Payîzokên Botanê: Fatma, Sevê, Pakîze” behsa jiyana têkoşînê ya Sêwê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar kir ku di berxwedanên xwerêveberiyê de hatin qetilkirin.

QEDERA PERGALÊ LI ROJHILATA NABÎN TÊ DIYARKIRIN

Rojnameyê cih da geşedanên li Sûriye û Rojava jî. Li quncikê Forûmê yê rojnameyê daneheva ji Parastinên Abdullah Ocalan hatiye çêkirin, geşedanên roja îro yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ronî dikin.

DI SÛRIYEYA NÛ DE JIN LI KU NE?

Zeryan Bîlgîn bi nivîsa xwe bal dikişîne ser xeta azadiya jinan a li Rojhilata Navîn û dîrokçeya têkoşîna jinan a li Sûriyeyê û pirsa “Di Sûriyeya nû de jin li ku ne?” dike. Rojbîn Denîz, geşedanên li Sûriyeyê wek dewama armanca jinûveavakirina herêmê ya li dor Şerê 3’emîn ê Cîhanê dinirxîne û ji bo jinan, gelan, baweriyan û nasnameyan balê dikişîne ser rîskên nû.