CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li cotgeheke Teksasê teqîn çêbû: 18 hezar çêlek mirin
Li Teksasê ku li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye, li cotgehekê teqînek çêbû. Di encamê de nêzî 18 hezar çêlek mirin. -
Li gorî Qatarê daxuyaniyên ku dibêjin Şam wê vegere Yekîtiya Ereban ‘spekulasyon’ e
Serokwezîrê Qeterê Muhammed Bin Abdulrahman Al Sanî ji bo daxuyaniyên ku dibêjin Sûriye wê vegere Yekitiya Ereban ev "spekulasyon" bi nav kir. -
Li peravên Tûnisê cenazeyên 14 koçberên din hatin dîtin
Li Tûnisê keştiyek noqî avê bû û cenazeyên 14 koçberên din ên Efrîkî hatin dîtin. Hejmara qurbaniyan derket 24’an. -
Li Iraqê ji ber barana zêde 3 kes ji ber ceyranê mirin
Di 3 bûyerên cuda de ku di hewaya baranê ya ku li seranserê Iraqê bi bandor bû de 3 kesan di encama lêxistina ceyranê de jiyana xwe ji dest dan. -
Şefê berê yê îstîxbaratê yê Perûyê bi 12 salan hate cezakirin
Şefê berê yê îstîxbarata leşkerî ya Perûyê ji ber ku di sala 1988'an de rojnamevanek qetil kir bi 12 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin. -
Li Îranê rêjeya darvekirinê ji sedî 75 zêde bûye
2 rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku li Îranê ji bo 'tirsandinê', 'makîneya mirinê' tê bikaranîn û diyar kirin ku di sala 2022'an de rêjeya darvekirinê ji sedî 75 zêde bûye. -
Ji Riyad û Şamê daxuyaniya hevpar
Erebistana Siûdî û hikumeta Şamê ragihandin ku ji bo dawî li krîza Sûriyeyê bînin û tecrîdkirina Şamê ya ji cîhana Ereb bi dawî bikin ew li ser 'tedbîrên pêwîst' axivîne. -
Li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê şer qewimî, 7 kes mirin
Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de careke din şer qewimî. Ji herdu aliyan 7 leşker mirin. -
Li Kuweytê di sê salan de hikumeta heftemîn
Hat ragihandin ku li Kuweyta ku bi petrola xwe dewlemend e û a niha di nav krîzeke kûr a siyasîd e ye, di sê salan de heft hikumet hatiye avakirin. -
Li peravên Tûnisê trajediya koçberiyê: 4 kes mirin, 23 kes winda bûn
Li peravên Tûnisê du keştiyên ku koçber tê de bûn noqî binê avê bûn. Di encamê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 23 kes jî birîndar bûn. -
Îsraîlê careke din bombe li Sûriyeyê barand
Artêşa Îsraîlê bi hinceta ku roket ber bi beşa desteserkirî ya Golanê hatiye avêtin, bombardûman kir. -
Li Nîjeryayê êrîş birin ser gundekî: 50 kes hatin qetilkirin
Hate ragihandin ku di êrîşeke çekdarî ya li ser gundekî li bakurê Nîjeryayê de herî kêm 50 kes hatine qetilkirin. -
Li navenda Parîsê wê abîdeya Qirkirina Ruandayê bê danîn
Qesra Serokkomariya Fransayê di 7’ê Nîsanê de roja bibîranîna Qirkirina Tutsiyan ragihandibû ku dê li qeraxa Seine ya li navenda Parîsê abîdeyek bê danîn. -
Bahoza qeşayê: Milyonek Kanadayî bê ceyran man
Li Kanadayê ji ber bahoza qeşayê zêdetirî milyonek kes bê ceyran man. -
Îsraîlê başûrê Gazze û Lubnanê bombe kir
Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê û Xeta Gazzeyê bombe kir. -
Dewleta Tirk ji aliyê revandina mirovan ve di rêza duyemîn de ye
Freedom House ku navenda wê li Washîngtonê ye diyar kir ku dewletên mirovan ji derveyî welat direvînin zêde dibin û destnîşan kir ku Çîn û Tirkiye ji van dewletan ên sereke ne. Saziyê xwest, pêkanîn li ser van dewletan bêne ferzkirin. -
200 roj ji ser xwepêşandanên li Îranê derbas bû
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 200 roj ji ser çalakiyên protestoyê derbas bû. Li gorî parêzvanên mafên mirovan herî kêm 537 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin. -
Pisporên NY’ê: Rayedarên Başûrê Sûdanê sûcên giran kirine
Koma pisporên serbixwe ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Başûrê Sûdanê yek ji wan walî, gelek rayedarên payebilind li dijî sivîlan sûcên giran kirine û divê werin darizandin. -
Fînlandiya roja Sêşemê wê bibe endamê 31’emîn ê NATO’yê
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ragihand ku Fînlandiya wê roja Sêşemê 4’ê Nîsanê bibe endamê 31’emîn ê NATO’yê. -
Bexda û Hewlêr li hev kirin: Hinartina petrolê dîsa dest pê dike
Piştî biryara Dadgeha Hakemê ya Navneteweyî, di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser rawestandina hinartina petrolê ya ji bo Tirkiyeyê lihevkirinek pêk hat. Hat ragihandin ku hinartin wê roja Duşemê ji nû ve dest pê bike. -
Li DYE'yê ji ber bahozê 21 kes mirin
Li herêmên başûr û rojhilat-navîn ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber ba û bahozê herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Destheqê herî kêm li Îngilistanê ji sedî 9,7 zêde bû
Li Îngilistanê, wê ji 1’ê Nîsanê û pê ve destheqê herî kêm ji sedî 9,7 zêde bibe. -
Wê Trûmp derkeve pêşberî dadgehê
Serokê berê yê DYE’yê Donald Trûmp tê sûcdarkirin ku di sala 2016’an de bêdengiya stêrkeke pornoyê bikire. Cara pêşîn e ku wê serokek derkeve pêşberî dadgehê. -
Deynê giştî yê Elmanyayê tu car wiha pir nebûye
Li gor daneyên ku Ofîsa Daneyan a Federal eşkere kirin, dawiya sala 2022’yan deynê bi giştî li Elmanyayê, bû 2,37 trîlyon Eûro. -
Rêxistina Efûyê: Li Îranê êşkence heye, edalet nîne
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya salan e têkildarî Îranê ragihand ku li vî welatî êşkence, bêedaletî û bêcezahiştin heye.