Ji Riyad û Şamê daxuyaniya hevpar

Erebistana Siûdî û hikumeta Şamê ragihandin ku ji bo dawî li krîza Sûriyeyê bînin û tecrîdkirina Şamê ya ji cîhana Ereb bi dawî bikin ew li ser 'tedbîrên pêwîst' axivîne.

Di daxuyaniya hevpar a wezîrên karên derve yên herdu welatan de hate ragihandin ku ji bo Şam li nava cîhana Ereb jinûve cihê xwe bigire, tê xwestin ku 'lihevkirineke neteweyî' bê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî diyar kir ku ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ya ji krîza Sûriyeyê re herdu wezîran gavên pêwîst nîqaş kirine.

Rêveberiya Şamê ji destpêkirina şerê navxweyî û vir ve ji aliyê dîplomatîk ve hatiye tecrîdkirin. Lê belê hejmara welatên Ereb ên alîgirên danîna têkiliyên dîplomatîk zêde dibe.

Rêveberên Riyadê dema ku hevdîtin bi heyeta Sûriyeyê re dikirin, di heman demê de heyetek ji Îranê jî qebûl kirin. Heyeta Îranî ji bo mîsyonên dîplomatîk ên li Qraliyeta Siûdî jinûve vekin li Riyadê ne.

Wezîrên karên derve yên Îran û Siûdî beriya çend rojan li Pekînê hevdîtineke dîrokî kiribûn. Têkiliyên dîplomatîk ên herdu welatan sala 2016'an hatibûn birîn. Di hevdîtinê de bi navbeynkariya Çînê li hev hatibû kirin ku herdu welat jinûve dest bi têkiliyan bikin.

Li aliyê din neh welatên herêmê roja Înê ji bo jinûve tevlîbûna Sûriyeyê ya li nava Yekîtiya Ereb binirxînin, wê li hev kom bibin. Di 19'ê Gulanê de jî wê Yekîtiya Ereb li Qraliyeta Siûdî civîna xwe ya bilind a asayî lidar bixe.