Îsraîlê başûrê Gazze û Lubnanê bombe kir

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê û Xeta Gazzeyê bombe kir.

Êrîşên hewayî yên Îsraîlê beriya nîvê şevê li Gazzeyê da û bi saetan dewam kir.

Piştî nîvê şevê jî başûrê Lubnanê hat bombekirin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Raşîdiye ya ku kampa penaberên Filistînî lê ye, li nêzî bajarê Sûrê yê Lubnanê li 3 "binesaziyên" Hamasê xistine.

Ji Nîsana 2022’an û vir ve cara yekem Îsraîl piştrast dike ku wan êrîşek li ser axa Lubnanê pêk anîne.

Ji başûrê Lubnanê zêdetirî 30 roket ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Îsraîl bi hinceta van êrîşan îdia kir ku bombeyên "bi hedef" hatine pêkanîn, dewleta Lubnanê ji avêtina roketan sûcdar kir.

Piştî ku hêzên Îsraîlê li Qudsê êrîşî mizgefta El-Eqsayê kirin, bi roketan li Îsraîlê hate xistin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li Gazzeyê tunel, çekên giran û atolyeyên hilberîna çekan jî di nav de bi tevahî 10 hedef bombe kirine.

Li hember van êrîşan bi dehan fuze ji Gazzeyê avêtin Îsraîlê. Di vê êrîşê de roketek li Sderotê a nêzî Xeta Gazzeyê ket û xisarek gihişt malekê.