Deynê giştî yê Elmanyayê tu car wiha pir nebûye
Li gor daneyên ku Ofîsa Daneyan a Federal eşkere kirin, dawiya sala 2022’yan deynê bi giştî li Elmanyayê, bû 2,37 trîlyon Eûro.
Li gor daneyên ku Ofîsa Daneyan a Federal eşkere kirin, dawiya sala 2022’yan deynê bi giştî li Elmanyayê, bû 2,37 trîlyon Eûro.
Asta deyn, ji serdema dawiya sala 2021’ê ku pandemiya koronavîrûsê berdewam bû, ji %2 - 46,1 milyar eûro zêdetir bûye.
Li gor Destatîsê, li Elmanyayê serê her mirovekî/ê 28.155 eûro deynê giştî dikeve.
Deynê federal, ji %4,6 zêde bû û tev tevî hev bû 1,62 trîlyon Eûro.
Ajansa daneyan, got: ‘’Ev deyn bi taybetî ji ber pandemiya salên dawîn û krîza enerjiyê ya heyî çêbû.’’