Li cotgeheke Teksasê teqîn çêbû: 18 hezar çêlek mirin

Li Teksasê ku li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye, li cotgehekê teqînek çêbû. Di encamê de nêzî 18 hezar çêlek mirin.

Teqîn şeva duşemê li cotgeha Soûthfork a li nêzî bajarê Dîmmîtê pêk hat.

Komîserê Çandiniyê yê Teksasê Sîd Mîller bi daxuyaniyekê ragihand ku şewat di dîroka Teksasê de şewata herî giran a li cotgeha heywanan bû.

Rayedaran diyar kirin ku di encama teqînê de nêzî 18 hezar çêlek mirine. Arkuj û polîsan kesekî li cihê teqînê asê mabû bi balafirê rakirin nexweşxaneyê.

Sîd Mîller anî ziman ku wan sedema teqîn û şewatê hînê tespît nekirine.

Şerîfê qada Castro Sal Rîvera ji qenala CBS re axivî û diyar kir ku dibe ku sîstema zibil a li axurê zêde germ bû be û teqîn jî ji ber vê yekê rû da be.