Rêxistina Efûyê: Li Îranê êşkence heye, edalet nîne

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya salan e têkildarî Îranê ragihand ku li vî welatî êşkence, bêedaletî û bêcezahiştin heye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya salane de bal kişand ser 'durûtiya' dewletan a li pêşberî binpêkirina mafên mirovan û qala rewşa li Îranê kir.

Di raporê de hate gotin, "Îran bi raperîneke gel a bêhempa ya li hemberî sîstema Komara Îslamî hejiya. Hêzên ewlekariyê ji bo tepisandina çalakiyên şermezarkirinê bi rengekî neqanûnî fîşekên rastî bi kar anîn, di encamê de bi sedan jin, mêr û zarok hatin kuştin, bi hezaran jî birîndar bûn. Bi hezaran kes jî tenê ji ber ku mafên xwe yên mirovane bi rengekî aştiyane bi kar anîn bi kêfî hatin destgîrkirin, bi rengekî newekhev hatin darizandin."

Di raporê de li ser mijara azadiya civîn, komele û îfadeyê hate gotin, "Rayedaran asta zordariyê zêde kirin û cih ji muxalefeta aştiyane re nehiştin" û işaret bi sansura li ser medyayê, girtina televîzyonên peykê û malperên înternetê, kir.

Rêxistina Efûyê nerazîbûn nîşan da ku bi rêk û pêk bersiva leşkerî ji çalakiyên di asta herêmî û welêt de hate dayin.

BI HEZARAN KES HATIN DESTGÎRKIRIN Û GIRTIN

Rêxistina Efûyê diyar kir ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji Îlona 2022'an û pê ve di hefteyên destpêkê yên raperînê de ji 15 heta 16 hezar kes hatin destgîrkirin û got, "Rayedaran heta dawiya salê bi rengekî kêfî mirov girtin, gelek ji wan bi rengekî neadîl hatin darizandin."

ÊŞKENCE Û KIRYARÊN XERAB

Di raporê de hate destnîşankirin ku êşkence û kiryarên xerab bi rêk û pêk têne kirin û hate gotin, "Di bin êşkencve û kiryarên xerab de bi zorê 'mikurhatin' hate ferzkirin û ev mikurhatin li televîzyonê hate weşandin."

CIHÊKARÎ

Di dewama raporê de hate ragihandin ku cihêkariya li civakên etnîkî dewam dike û hate gotin, "Ereb ên Ahwazî, Tirk ên Azerbaycanê, Belûcî, Kurd û Tirkmen jî di nav de gelek hindikahî ji aliyê mafê perwerde, kar, stargeh û xwe gihandina meqamên siyasî ve li cihêkariyê rast hatin."

Di raporê de kuştina li herêmên sînor jî hate bibîrxistin û hate gotin, "Hêzên ewlekariyê li herêmên navbera Îran û herêma Kurdistanê ya Iraqê gelek kûryeyên Kurd (kolber) û li wîlayetên Sîstan û Belûcistanê hamayên (sûhtbar) sotemeniyê ên Belûc bi rengekî nehiqûqî hatin kuştin. Rayedaran li bûyerên kuştinê nepirsîn û hesab ji berpirsyaran nehate pirsîn."

JIN Û ZAROK

Di raporê de têkildarî rewşa jin û zarokan jî agahî hatin dayin:

"Rayedar di mijara zewac, cihêbûn, welayeta zarok, kar, mîrate û meqamên siyasî de mîna welatiyên duyemîn li jinan dinihêrin. Temenê zewacê yê qanûnî yê keçan di 13 salî de ma û bav ji bo karibin zarokên keç di zarokatiyê de bizewicînin karîbûn destûra edlî werbigirin."

Di raporê de hate ragihandin ku têkildarî kuştina bêdaraz, di sala 2022'an û beriya wê de, her wiha ji ber înfaza bêhiqûqî, êşkence, windakirina bi zorê û binpêkirina giran a mafên mirovan ti ji wezîfedarên cemaweriyê neketin ber lêpirsînê yan jî berpirsyar nehatin nîşandan.