Destheqê herî kêm li Îngilistanê ji sedî 9,7 zêde bû

Li Îngilistanê, wê ji 1’ê Nîsanê û pê ve destheqê herî kêm ji sedî 9,7 zêde bibe.

Ji sala 2016’an ta bi niha tu carê destheqê herî kêm ewqas zêde nebûye.

Law Pay Commission (LPC) ku saziyeke hikûmetê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku destheqê herî kêm ji sedî 9,7 zêde bûye.

Serokê LPC’ê Bryan Sanderson, got: ‘’Ji ber zêdebûna enflasyonê, yên destheqê wan kêm e piraniya heqê xwe didin deynê enerjiye û dexil û dan, pir dikevin tengasiyê.’’

Resolution Foundation ku navendeke fikirî ye, bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin ku 1,7 milyon karker wê ji vê zêdebûnê siûdê werbigirin.