Li gorî Qatarê daxuyaniyên ku dibêjin Şam wê vegere Yekîtiya Ereban ‘spekulasyon’ e

Serokwezîrê Qeterê Muhammed Bin Abdulrahman Al Sanî ji bo daxuyaniyên ku dibêjin Sûriye wê vegere Yekitiya Ereban ev "spekulasyon" bi nav kir.

Li Siûdî Erebistanê, Qatar jî tê de wê neh welatên Ereban derbarê Sûriyeyê bicivin. Beriya civînê Serokwezîr Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî ji kanaleke televîzyonê re axivî û got “Tu tişt nehate pêşniyazkirin. Daxuyaniyên ku dibêjin wê Sûriye vegere Yekîtiya Ereban spekulasyon e.”

Tê payîn ku civîn vê Înê bê lidarxistin. Di 19’ê Gulanê de, li Siûdî Erebistanê wê civîna asayî ya Yekîtiya Ereban were lidarxistin.

Endamtiya Sûriyeyê di nav yekîtiyê de piştî destpêkirina şerê navxweyî ya di sala 2011’an de hat rawestandin. Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar El-Esed jî di warê dîplomatîk de û di qada navneteweyî de, bi taybetî li welatên Ereban hatiye îzolekirin.

Serokwezîrê Qatarê got: "Helwesta Qatarê diyar e: Sedemên rawestandina Sûriyeyê hebûn û heta niha jî ev sedem didome."

Qatar jî ligel dewleta Tirk ev welat e ku piştgiriyê dide komên çeteyên li Sûriyeyê û çeteyan fînanse dike.

El Sanî got, "Şer rawestiyaye, lê Sûriyeyî hîn venegeriyane malên xwe. Divê çareseriyeke siyasî hebe."

El Sanî destnîşan kir ku beriya çareseriya siyasî em ê tu gavan navêjin.

Di 13’ê Nîsanê de, Siûdî Erebistanê diyar kiribû ji bo ku ew dawî li krîza Sûriyeyê bînin û tecrîda dîplomatîk a ji cîhana Erebî bi dawî bikin wan ‘tevdîrên pêwist’ nîqaş kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanc ev e ku "Sûriyeyê dîsa têxin nav refên Ereban û rola wê ya xwezayî ya di nav cîhana Ereban de bidomîne.”