CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Dadgehê biryara Trump a têkildarî VOA’yê betal kir
Li Washingtonê dadgêrekî federal biryara rêveberiya Trump a têkildarî girtina hin saziyên çapemeniyên yên naveteweyî betal kir. -
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê serdana Iraqê kir
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi taybetî ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriya bi du dewletan a şerê Îsraîl û Fîlîstînê, dest bi tûra herêmê kir. Yekemcar serdana Iraqê kir. Barrot wê derbasî Hewlêrê jî bibe. -
Bîlançoya êrîşa li Keşmîrê giran bû
Li herêma Keşmîr a Hindistanê, di êrîşa çekdarî ya roja Sêşemê de 26 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Hindistanê êrîşa çekdarî: 20 turîstan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Keşmîr a Hindistanê di encama gulebaranê de 20 turîstan jiyana xwe ji dest dan û 10 jî birîndar bûn. -
Pakîstan di sê hefteyan de 100 hezar Efxanî dersînor kir
Pakîstan ji serê meha Nîsanê heya niha 100 hezar Efxanî dersînor kir. -
NY: Li Xezeyê xelaya bi qestî û xirab heye
Serokê Ajansa Penaberan a Fîlîstînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini bertek nîşanî “xelaya bi qestî û xirab” a ku Îsaraîl 50 roj in li ser Xezeyê demişîne, da. -
Di êrîşên li ser Xezeyê de herî kêm 25 kes mirin
Komeleya Parastina Sivîlan a Filîstînê, ragihand ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de ya roja Sêşemê li dijî Şerîda Xezeyê herî kêm 25 kes mirin e. -
Îranê di mehekê de 6 Kurd îdam kirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî zext û binpêkirinên dewleta Îranê yên li hemberî welatiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê raporek weşand. -
Ji bo Xezeyê planek nû
Derket holê ku Misir û Qeterê ji bo dawî li şerê li Xezeyê bê anîn planek nû pêşkêş kirine. Li gorî vê planê di berdêla agirbesta ji 5 heta 7 salan de, wê hemû dîlgirtî serbest bêne berdan. -
Berfa Hîmalayayan kêm dibe: 2 milyar kes bi krîza avê re rû bi rû ne
Hat ragihandin ku berfa li rêzeçiyayên Hindikuş-Hîmalaya di asta herî kêm a 23 salên dawî de ye. -
Li gorî Îranê Îsraîl hewl dide danûstandinên bi DYE’yê re sabote bike
Îranê îdîa kir ku Îsraîl hewl dide hevdîtinên têkildarî nukleerê yên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re sabote bike. -
Lîderê Katolîkan Papa Francis mir
Vatikanê ragihand ku lîderê Katolîkan Papa Francis 21'ê Nîsanê roja Yekşemê jiyana xwe ji dest da. -
Li Afrîkayê jinan tesîsa madenê ya Çînî ya zirar dida xwezayê îmha kirin
Bi sedan jinên li bakurrojavayê Gine-Bissauyê roja Yekşemê kaneke madenê ya Çînî dan ber agir. Jinan li hemberî talana xwezayê ya ji ber derxistina madena bi navê zîrkon ku di cewahîrî û pîşesaziya nukleerê de tê bikaranîn, nerazîbûnên xwe nîşan dan. -
DYE’yê li Yemenê xist: 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn
Hûsiyên li Yemenê, ragihandin ku di êrîşa DYE’yê ya li ser paytext Sana’yê de 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn. -
Îran: Di hevdîtinên nukleerî yên DYE’yê de 'pêşketin' hene
Wezîrê Karên Derve yê Îranê daxuyand ku hevdîtina raste rast a di navbera Îran û Emerîka de serketî pêk hat, ber bi pêş ve diçin. -
Li Îtalyayê bahoz bû sedema lehiyê: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Îtalyayê di tevahiya hefteyê de baran barî û bû sedema lehiyê. Li Valdagno û Torinayê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Kongoyê keştiyek şewitî: 148 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Kongoya Demokratîk agir keştiyeke bi motor ket ku 500 kes di keştiyê de bûn. Di encamê de 148 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî winda bûn. -
Îran û DYE wê li Romayê bicivin
Îran û DYE têkildarî peymana nukleer, wê îro li Romayê civîna xwe bidomînin. -
DYE ji Ûkraynayê dûr dikeve: Mijarên me yên girîngtir hene
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio got, ew ê lê binêrin ka li Ûkraynayê aştî dibe yan na, eger nebe wê DYE rêya xwe dewam bike ji ber ku mijarên hîn girîngir hene. -
Di êrîşa DYE’yê ya li Yemenê de hejmara miriyan derket 58’an
Serhildêrên Husî yên li Yemenê, ragihandin ku di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li ser lîmaneke petrolê de hejmara miriyan derket 58’an. -
DYE’yê bang li Ewropayê kir ku biryarên girîng bide
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Marco Rubio, beriya hevdîtina nûnerên DYE û Îranê ya ku wê li Romayê pêk were, bang li Ewropayê kir ku di zûtirin demê de têkildarî ‘’cezakirinên Îranê’’ biryarên girîng bidin. -
Dewleta Çekê di dîroka xwe de cara ewilî petrola Rûs bi temamî qut kir
Dewleta Çekê cara ewilî bi temamî dawî li girêdana xwe ya 60 salan a bi petrola Rûs re anî. -
DYE'yê êrîş bir ser bendergeha petrolê ya Yemenê: Herî kêm 38 kes hatin kuştin
Li gorî medya Hûsiyan a Yemenê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) êrîş bir ser bendergeha petrolê ya Ras Îsa ya li rojavayê Yemenê. Hate ragihandin ku herî kêm 38 kes hatin kuştin. -
Kurê Hefter bi du şîrketên Tirk re bi milyaran dînarî peyman mohr kir
Fona Jinûve Avakirin û Pêşvebirinê ya Lîbyayê ku Belgassim Hefter kurê fermandarê Lîbyayê Xelîfe Hefter dîrektoriyê jê re dike, bi du şîrketên Tirk re li ser projeyên tenduristî û binesaziyê peyman mohr kir. -
Serokê AIEA’yê Grossi: Ji bo bernameya nukleerî ya Îranê dem kêm e
Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (AIEA) Rafael Grossi beriya hevdîtinên navbera Îran û Emerîkayê, diyar kir ku ji bo lihevkirinê dem kêm e.