Dadgehê biryara Trump a têkildarî VOA’yê betal kir
Li Washingtonê dadgêrekî federal biryara rêveberiya Trump a têkildarî girtina hin saziyên çapemeniyên yên naveteweyî betal kir.
Li Washingtonê dadgêrekî federal biryara rêveberiya Trump a têkildarî girtina hin saziyên çapemeniyên yên naveteweyî betal kir.
Li gel vê yekê biryar hate dayîn saziya Dengê Emerîkayê (VOA) jî di nav de gelek platformên çapemeniyê dubare dest bi weşana xwe bikin.
Dadgêr Royce Lamberth ferman da ku Ajansa Çapemeniya Gerdûnî ya DYE’yê (USAGM) dubare xebatkarên xwe bistîne kar û mûçeyên wan dubare bide.
Her wiha dadgêr biryar da ku VOA’ya ku di sala 1942’yan de hatî avakirin, dubare dest bi weşandina bernameyên xwe bike.
Rêveberiya Trump di meha Adarê de AUSAGM weke ‘’barekî li ser milê civakê yê dejenerebûyî’’ pênase kiribû û hewl dabû ku ajansê bigire. Lê belê dadgehê diyar kir ku tu palpiştiya van îdîayan tune ye biryareke kêfî ye.
Li gorî biryarê hate diyarkirin ku USAGM ew sazî ye ku bes fonên ji aliyê Kongreyê ve hatine erêkirin, dide saziyên çapemeniyê. Vê yekê bandor li saziyên weke VOA, Radio Free Asia û Middle East Broadcasting Networks (MBN) jî kir.
Dîrektorê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Clayton Weimers piştî biryarê daxuyaniyek da û got: ‘’Divê USAGM tavilê vê biryarê bi cih bîne. Lê belê hê têkoşîn didome.’’
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberiya Trump di meha Adarê de di encama dozeke bi vî rengî de neçar mabû ku biryara xwe ya têkildarî girtina Radio Free Europe û Radio Liberty betal bike.