Li Hindistanê êrîşa çekdarî: 20 turîstan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Keşmîr a Hindistanê di encama gulebaranê de 20 turîstan jiyana xwe ji dest dan û 10 jî birîndar bûn.
Li herêma Keşmîr a Hindistanê di encama gulebaranê de 20 turîstan jiyana xwe ji dest dan û 10 jî birîndar bûn.
Li herêma Cammu Keşmîrê ya Hindistanê gule li turîstan hat barandin. Di encama gulebaranê de 20 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 jî birîndar bûn. Li herêma Pahalgamê ya ku piraniya şêniyên wê Misilman in, du-sê çekdar gule li tûrîstên ku diçûn herêmê barandin. Rayedarên polîsan ragihandin ku li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Rayedarên polîsan daxuyandin ku birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa herî kêm 2 kesan giran e.
Heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî li ser hesabê xwe yê X’ê ev tişt parve kir: "Ez êrîşa terorê ya li herêma Pahalgam a Cammu Keşmîrê bi tundî şermezar dikim. Ji kesên ku xizmên xwe winda kirin re sersaxiyê dixwazim. Ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazim."