Tok: Em li pey doza te ne Rêberê min!

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok, piştî peyama Ocalan hestên xwe yên destpêkê anîn ziman û got: “Peyama bi qedir û qîmet e. Heta dawî em ê li pey doza te bin Serokê min.”

Fedîle Tok li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û têkildarî çarseriya aştiyeke mayînde, hestên xwe yên destpêkê anîn ziman.

‘BERXWEDANA 200 ROJÎ BI SER KET’

Tok diyar kir ku peyama Ocalan ji bo wê û hevrêyên wê gelek nirxedar e û wiha got:

"Berxwedana 200 rojî ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo gihişte serketinê. Bi vê peyama Serok Apo me dît ku weke her carê ji pêşengiyê Rojhilata Navîn re bike peyamên aştî û çareseriyê daye. Rêber Apo bûye mîmarê aştî û biratiya gelan. Peyama Serok Apo ya ji bo berxwedêrên grevên birçîbûnê dayî pir bi qedir û girîng e. Bawerî û vîna me ya bi Rêbertiya me re heta dawî yek e, ji bo wê Rêbertiya me çi bêj e ew ji bo me esas e. Daxwazên wî daxwazên ji bo gelan, aştî û biratiya her kesê ye, ya xêr û berketê ye. Rêber Apo di hizûra her kesê de banga aştî û çareseriyê ji bo hemû gelan xwestin."

‘EM MINETDARÊN HEMÛ ŞEHÎDAN IN’

"Rêber Apo ji me zêdetir ruhê me nas dike û li gorî vê tevgerê dike. Parêzvaniya hemû mirovahiyê dike. Ji bo vê dîsa bi erka xwe rabû. Em minetdarên hemû şehîdan in. Em minetdarên Xeyrî, Kemal, Akîf û hemû lehnegan in. Em minetdarê Zulkuf, Berçem û Zehrayan in. Em minetdarê Rêber Apo ne yê îro li Zindana Îmraliyê peyamên aştî û azadiyê didin.

Bi berxwedana Zulkuf, Berçem û pêşnega vê pêngavê Leyla û bi hezaran girtiyên azadiyê em bi ser ketin. Em minetdarê Leyla Guven a pêşengî ji demê re kir."

‘HETA MIRINÊ LI PEY DOZA TE NE SEROKÊ MIN’

"Em bi dilê kêfxweş, ji ber ku Rêber Apo digot hûn hevalên min ên rast in.Em sozdidin te Rêberê min heta dawiyê weke jinek û çalakvanan dîsa hemû berxwedêrên di grevê de li pey doza te bin. Bi mirinê jî em ê bi doza te re bin. Bila dilê te rehet be, soza me dayî girêdayî doz û ramanê te ye. Îro te dilê 7 hezar dayikan, gelê Kurd û Kurdistaniyan rehet, xweş kiriye. Te mizgîniyek xêrê daye hemû kesê. Ji niha û şûnde heta azadiya te mê tê bikoşin li ber xwe bidin.”